Dayikên Aştiyê: Divê tecrîd bi dawî bibe

Dayikên Aştiyê ku di dema grevên birçîbûnê de daketin qadan û hewl dan bibin dengê xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku beriya bigihêje asta destpêkirina greva birçîbûnê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan dema dawî bi rêbazên cuda didome. Ne malbata Ocalan ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin.

Dayikên Aştiyê ku di dema berxwedana greva birçîbûnê ya mezin de ya li dijî tecrîdkirina Ocalan li qadan bûn dengê çalakgeran, xwestin ku tecrîdkirina Ocalan bi temamî bi dawî bibe.

'ÊDÎ BES E'

Makbûle Dîkmen ku kurê wê 103 rojan di greva birçîbûnê de bû got, "Rewşa kurê min Mehmet Saît êdî baş e. Ji xwe ez dayikeke extiyar û nexweş im. Di dema greva birçîbûnê de bi 10 qatî bêtir extiyar bûm. Zarokên me heliyan. Em li pişt daxwazên zarokên xwe sekinînin. Em ê îro jî li pişt wan bisekinin, em natirsin. Ji me hebû ku tecrîd bi dawî bûye, lê didome. Wê heta kengî karibin bidomînin? Êdî bes e. Em dixwazin tecrîd bi temamî bi dawî bibe."

'EZ NE DEST JI OCALAN BERDIDIM NE JÎ DEST JI KURÊ XWE BERDIDIM'

Nezahat Kaçar ku kurê wê Îlhan Kaçar di greva birçîbûnê li ber xwe da got, "Vî gelî çi bi we kir ku van tiştan rewa dibînin. Tenê daxwazeke me heye, ew jî; bidawîkirina tecrîdkirina êberê me ye. Em dixwazin zarokên me yên ji ber sûcê fikrê hatine girtin beriya dest bi greva birçîbûnê ya nû bikin bên berdan. Ez ne dest ji Ocalan berdidim ne jî dest ji ewladê xwe berdidim. Êdî bila vê fêhm bikin û tecrîdê tavilê bi dawî bikin."

'EM Ê TIMÎ DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN'

Saniye Dûman ku tevî kurê xwe ew jî kete greva birçîbûnê got, "Vê carê ev çalakî wê ne tenê li girtîgehan be, her kes bi vê zane. Encamên xwe bêyî ku girantir be divê ji vê şaşitiyê vegerin. Em ne ji çoyê polîsan ne jî girtina mîna ewladên xwe ditirsin. Em ê her tim daxwaza aştiyê bikin. Aştiya ku niha Birêz Ocalan dixwaze û daxwaza me yek e."

Latîfe Soylemez jî destnîşan kir ku ew dixwazin tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe û got, "Eger tecrîd bi vî rengî bidome wê çalakiyên mezintir dest pê bikin. Rola me dayikan doh çi bû wê îro jî bi wî rengî be. Divê pêvajoyê neyê wê nuqteyê. Bang li hemû rayedaran û hikumeta AKP'ê dikim; hûn di rêya şaş de ne."