Dayika Celaliyan vexwendin navenda Îttîlaatê ya Makoyê

Dayika girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan Gozel Bilixkanlû piştî ku peyama bi dîmen ya derbarê nediyarbûna rewşa keça wê weşand ji aliyê navenda Îttîlaatê ya Makoyê hate vexwandin.

Li gorî nûçeya Jinnews’ê dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Bilixkanlû duh ji bo keça xwe li pêşberî kamerayan bang li hiqûqnasan kiribû. Piştî bangewaziyê ji bo îfade dayînê bang li Gozelê kirin.

 Li gorî Sendîkaya Girtiyên Siyasî Zeynep sirgûnî Girtîgeha Yezdê kiribûn û ji gulanê ve tu agahî jê nayê wergirtin. Rêveberiya Îranê ji bo ku şopê ji ser Zeynep winda bikin ew birine girtîgeha Yezdê, Kirmanşahê, Urmiyê û dawiyê dîsa birine Girtîgeha Yezdê. Lê niha agahî jê nayê girtin. Dayika Zeynep Celaliyan Gozel Celaliyan derbarê keça xwe de yekem car axivî û bang li hiqûqnas û parazvanê mafê mirovan kiribû. 

 Gozel li pêşberî kamerayan wiha bang kiribû: “Ez dixwazim keça xwe bibînim. Keça min 15 sal in girtî ye hê min nedîtiye. Destûr nayê dayîn ku kes serdana wê bike. Ez dayika Zeynebê me. Ez dixwazim biçim keça xwe bibînim. Lê keça min nîşanî min nadin. Nizanim li ku ye. 15 sal in min ew nedîtiye.”

 

Piştî banga Gozelê ya li pêşberî kamerayan, îro Navenda Îttîlaatê ya Makoyê ji bo îfadeyê bang li wê kir.