'Daxwazên zarokên me daxwazên me ne'

Azîz Olçen ku kurê wî li Girtîgeha Bandirmayê ye diyar kir, rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye, 'Ji zarokên we dest ji greva birçîbûnê berdin ji me re bibin alîkar' û anî ziman ku wan jî gotine, "Daxwazên zarokên me daxwazên me ne.

Êşkence, kiryarên xerab û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin. Aktîvîteyên civakî, radyo, rojname û bikaranîna amûrên ragihandinê yên mîna wan ku mafên herî xwezayî yên girtî û hikumxwaran e, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin. Li Girtîgeha Hejmara 1'ê Tîpa T a Bandirmayê, ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger lê heye, ev astengî didomin.

Azîz Olçen ku çû serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Bandirmayê, qala pirsgirêkên li wir kir û bang li saziyên civakî yên sivîl kir. Azîz Olçen bi bîr xist, kurê wî Veysî Olçen di nava çend salan de sirgûnî 3 girtîgehan hate kirin û got, di dema çalakiya greva birçîbûnê de ew çûye dîtina kurê xwe. Olçen diyar kir, di dema hevdîtinê de dîtiye ku hem zext li girtiyan hate kirin, hem jî li malbatan.

Olçen ragihand, girtî dema mafên xwe yên civakî dixwazin, rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê û ragihandinê li wan dibire û got, "Mesela niha 3 meh cezayê dîsîplînê li kurê min birîne. Radyoyên wan ji destê wan girtine û nahêlin aktîvîteyên civakî pêk bîne. Dema ku daxwaza vê dikin, ceza li wan dibirin, wan diavêjin hucreyan. Bi qasî ku min fêhm kir, ne tenê li Bandirmayê li girtîgehan hemûyan vê yekê bi rêk û pêk dikin."

Olçen bal kişand ser serdana dawî ya li girtîgehê û got, "Piştî ku hevdîtin qediya gardiyanan bang li me kirin û gotin ku psîkiyatrî dixwazin bi me re biaxivin. Em birin odeyekê ku du jin û mêrek lê bûn. Ew weke psîkiyatrîst dan naskirin. Lê belê em nizanin bê ew çi ne, kî ne. Gotin ku zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Min jî ji wan re got, ji ber ku hûn daxwazên wan bi cih nînin ketine greva birçîbûnê."

'EM BI ZAROKÊN XWE RE NE'

Olçen diyar kir, kesên ku bi navê 'psîkiyatrîst' bi wan re axivîn, ji wan xwestin ku alîkariyê bide wan û got, "Em dê û bav in, bêguman naxwazin ku canê zarokên me biêşe. Lê belê daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Hûn qanûnên xwe bi cih bînin. Ji me re gotin, ku zarokên me emanetî dewletê hatine kirin. Min jî got, 'ne ya qebûlkirinê ye ku zarokên emanetî dewletê hatine kirin di vî halî de bin'.

Ev kesên ku bi navê 'psîkiyatrîst' bi me dan naskirin, bi çend malbatên din re jî axivîn. Çi feyde? Zarokên me bibin ku derê jî em ê li pey wan bin. Em ê destûrê nedin ku yekser an jî neyekser êşkenceyê li wan bikin. Zextê li me jî dikin. Lê belê ji bo tiştekî bi zarokên me nînin, em dengê xwe dernaxînin."