Daristanên Gabar 3 roj in dişewite
Şewta berî 3 rojan di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li Çiyayê Gabarê derketî de, hê jî didome.
Şewta berî 3 rojan di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li Çiyayê Gabarê derketî de, hê jî didome.
Artêşa Tirk ji 7’ê Îlonê û vir ve êrîşa xwe ya li ser Çiyayê Gabar a Şirnexê dayî destpêkirin, dewam dike.
Ji ber êrîşên li ser Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Banat, piştî bomberdûmana helîkopteran a li derdorî gundê Bûnisra ya herêma Êwan û Bênat, şewat derketî 3 roj in didome.
Ji ber çûna herêmê qedexe ye, şewat nayê vemirandin.