Dadgeriya Tirk salek û 3 meh ceza da wekîlê HDP'ê Ayhan

Dadgeriya dewlet Tirk, salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan birî.

Bi hinceta ku wêneyê endamê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler ê li Rojava şehîd bû di medya civakî de weşandiye û li ser wê jî "Azadî Guler namire" nivîsandiye, bi îdîaya "Propaganda partiyê" doz li parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan hatibû vekirin.

Rûnitina biryardanê ya dozê li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat.

Di rûniştina dozê de, ku Ayhan lê ne amade bû, parêzera wî tevlî bû. Parêzera Ayhan Sevda Çelîk Ozbîngol di axaftina xwe de ragihand ku mukwekîlê wê bal kişandiye ser serxweşiyekê û got, "Wê demê biryarên Wezareta Karên Hundir hebûn, ku li gorî van biryaran YPG'ê li dijî Tirkiyeyê ti êrîşeke çekdarî nekiriye. Ji ber vê yekê em nêrîna dozger qebûl nakin. Ev nêrîna wî cihê xwe di hiqûqê e nîne. Muwekîlê min ji ber nameya xwe ya siyasî ya mûxalîf tê darizandin û tiştên di medya civakî de par ve kiriye, sûc nîne." Parêzer Ozbîngol xwest, Ayhan bê berdan.

Lê belê piştî navbere kin, heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Ayhan birî.