Dadgeriya Tirk biryara girtina Baydemîr da

Der barê Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr de dadgeheke Tirk a li Rihayê biryara girtinê da.

Rûniştina dozên Parlamenterên HDP'yî Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatibûn vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat.

Doz ji ber axaftina Baydemîr a li pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê hatibû vekirin. Di rûniştina 6. a dozê de, ji bo wergirtina îfadeyê biryara girtina Baydemîr hate dayin. Rûniştina dozê ji bo 1'ê Adara 2018'an hate taloqkirin.

Dîlek Ocalan jî ji ber ku tevlî merasîmeke cenaze ya li Wêranşarê bû tê darizandin. Rûniştina 5. a dozê li heman dadgehê pêk hat û ew jî heta 1'ê Adara 2018'an hate taloqkirin.