Dadgeha Tirk delîlê ji bo kuştina Kurkut 'nedît'

Dadgeha Tirk li gel Buroya Krîmînalê ya Neteweyî, Laboratuvara Krîmînal a Polîs û qeydên kamerayan jî têkildarî kuştina Kemal Kurkutt delîl nedît.

Hêceta biryara beraetê ya polîs Yakûp Ş. ê ku Kemal Kurtkut ê ku 2017'an li Newroza Amedê kuştibû hat eşkerekirin. Hêceta biryara beraetê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê ve bi piraniya dengan hat standin. Dadegera endam Fatma Şeyda Polat Çalik şerhê muxalefetê danî ber biryarê. Di biryara hêcetê de hat îdiakirin ku her delîlên cezakirina kujer nehatine bidestxistin. 
 
Di biryarê de şiklê qewimandina bûyerê hatiye vegotin. Di laşê Kurtkut cihê sê guleyan hebû. Laboratûvara Krîmînal a Polîsan a Amedê cih dabû tespîta ku yek ji wan guleyan aydî polîs Yakûp Şahîn e û ev guleya wî li destê wî çepê ketiye. Yanî ev gule ji demançeya polîs Yakûp Ş. derketiye. Di biryara dadgeriyê de hat gotin Kurtkut bi guleya polîs Yakûp Ş. nehatiye kuştin û ew bi guleyek din a li qafesa sînga wî çepê ketiye hatiye kuştin. Di biryarê de hat gotin guleyek bi qasî 9 mîlîmetre bûye sedema mirina Kurtkut. Dadgehê li gel raporên Buroya Krîmînalê ya Neteweyî, Laboratuvara Krîmînal a Polîs û qeydên kamerayan jî têkildarî kuştina Kemal Kurtkut delîl nedît û vê biryara beraeta polîs Yakûp Ş. eşkere kir.