DAÎŞ’ê êrîşa li dijî fermandarekî artêşa Iraqê girte ser xwe
DAÎŞ’ê êrîşa duh ya li Kerkûkê pêkhatî girte ser xwe. DAÎŞ’ê xwestibû fermandarekî artêşa Iraqê bikuje.
DAÎŞ’ê êrîşa duh ya li Kerkûkê pêkhatî girte ser xwe. DAÎŞ’ê xwestibû fermandarekî artêşa Iraqê bikuje.
Duh li nêzî Pira Çaremîn a Kerkûkê bombeyek bi wesayîta fermandarekî artêşa Iraqê teqiya. Di encama teqînê de fermandarê artêşê yê bi navê Muhend Tarîq ê ku berpirsê kontrola rêyan e û ajokarê wesayîtê yê ku ew jî polîs bû birîndar bûn.
Piştî teqînê her du rakirin nexweşxaneyê, lê ajokarê wesayîtê yê ku bi xwe jî polîs bû, jiyana xwe ji dest da.
Îro jî DAÎŞ’ê ragihand ku wan ev teqîn kiriye.