Coşa ‘NA’ yê li Bazîd û Giyadînê gihişte lûtkeyê
Heyeta referandûmê ya ku ji DTK, HDK, HDP, DBP’ê û TJA’yê pêk dihat, li navçeyên Bazdî û Giyadînê bi gel re civiyan.
Heyeta referandûmê ya ku ji DTK, HDK, HDP, DBP’ê û TJA’yê pêk dihat, li navçeyên Bazdî û Giyadînê bi gel re civiyan.
Têkildarî referandûnê li navçeyên Bazîd û Giyadîn ên Agiriyê civîn bi gel re hatin çêkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Serokwekîla Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Parlemeterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mehemet Emîn Adiyaman, Bedran Ozturk, Cigira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Fatma Kûrtûlan û hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Agiriyê û endamên PM û MYK’ê beşdarî civîna li navçeya Bazîdê bûn.
Heyeta ku di ketina navçeyê de bi konvoyekê hate pêşwazîkirin, di tevahiya rê de bi coşekî mezin hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de ku jimara jin û ciwanan zêde bû, piştî silavdayînê û şûnde axaftin hatin kirin.
Parlemetera HDP’ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemî wiha got: “Ev 90 sal in ziman, çanda me tên qedexekirin. Îro jî bi destûrekî bingehîn ya ku navê me li nav nîne bi din çêkirin. 17 roj mane ji referandûmê re. Referandûm di nava şert û mercên wekehev de derbas nabe. Di nava zilmê de em ‘NA’ yê bi rêxistin dikin. Sekna me ya li dijî zilmê bûye tirsa dilê wan. Di 18 xalan de jî navê Kurdan derbas nabe. Tişta ku dixwazin saltanata yek kesî ye.”
‘JINAN ZILIM VALA DERXIST’
Taşdemîr wiha got: “Em ê ‘NA’ yê bilind bikin, vê konseptê vala derxînin. Ev zilam ku 2 sal in didome bi derketina jinan a qadan re hate valaderxistin. Em jin her demê bûn pêşengên berxwedanê. Jinên rêzdar xwedî li rêxistina xwe derkevin, vê desthilatdariyê bi rêya qeyûman dest danî ser saziyên we. Ji bo vê em ê 16’ê Nîsanê li ser sindoqan hesabê vê bixwazin, hûn amade en? Em ê ji bo Sûr û Cizîrê bêjin ‘NA’.”
GAZÎ MUHAMMED HATE BIBÎR ANÎN
Serokwekîla Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî diyar kir ku tercîha Bazîdiyan li aliyê ‘NA’ yê ye, Şîmşek a ku Gazî Muhammed ê li Qada Çarçira hate darvekirin bibîr xist û got: “Em carekî din Gazî Muhammed bibîr tînin. Dema ku li Qada Çarçira hate şehîdxistin daxwaza wî azadiya Kurdan bû. Îro jî gelê Kurd ji bo azadî û nasnameya xwe dibêjin ‘NA’. Di destûra bingehîn a 12’ê Îlonê de navê Kurdan nebû, di ya niha de jî nîne. Kengê darbe pêk tên piştre destûrekî nû tê çêkirin. Îro darbeyekî siyasî pêk hat û dixwazin destûrekî nû çêbikin. Ev darbe li dijî Kurdan pêk hatiye. Îro gelê Kurd dengê xwe bilind dike, li dijî vê dixwazin dengê Kurdan nimiz bikin.
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
Şîmşek a ku got: “Li ser Birê Ocalan ê ku dixwest vê pirsgirêkê çareser bike tecrîd giran kir” wiha pê de çû: “Ew tecrîdê li ser Birêz Ocalan giran dike. Eger ku hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin Birê Ocalan li Îmraliyê ye. sindoq bi sindoq mal bi mal em ê bixebitin û rengê NA yê nîşan bidin.”
'MA ME CIZÎR Û SÛR JIBÎRKIRIYE...'
Yildirim diyarkir ku li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku yek kesî dixwaze û zêdeyî avakirine û wiha got: "Gotina wan a yek rejîm a yek kesî ye. Vê rejîmê welat veguherand gola xwînê. We li Sûriyê çi bi destxist. Dawî li Mertalê Firatê anîn û canên hatîn windakirin heyf bû. Serokê Jendermeyan û Wezîrê Parastinê di bûyera Sefer Taş de bi aqilê gel leyîstin. Ser civakekê winda dike, şer ruh, mal dibe. Em naxwazin êdî canek bikeve bin axê. Di 2 salên pêvajoya çareseriyê de ev gel fêrî jiyana bihevre bibûn. Ma me Cizîr, Sûr, Şirnex ji bîrkiriye? NA. Xwedê xêrên me zêde bike."
Yildirim ji bo ku nekarîne şer bidin sekinandin ji gel lêborîn xwest û wiha got: "Em ji hemû gelê xwe lêborînê dixwazin û deynek yê me heye ew ji aşitiyek mayinde ye û em ê wê pêk bînin. Ev welat aşitiyekî mayînde heq dike. Em dixwazin ku Tirkiye dev ji karên nav welatên din berde û karên navxwe çareser bike. Ji bo rê çêbikin, rê tê guhertin. Ji bo vê pêwîst nake rejîm were guhertin. We çi ji vî welatî re aniye û qanûn bûne asteng. Zêdeyî, gel weye. Daraz li cem weye, bûroksaî cem weye. Hemû pêdivî cem weye ku tişta maye hûn dixwazin biguherînin, ma tiştek din heye. Dibêjin ya 'Cîhan ji pênçan mezintire'. Wê demî 80 milyon mirov jî, ji we mezintire."
Piştî axaftina Yildirim bername qediya. Gel eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan û heta derketina ji navçeyê bi tilîlî û dirûşmeyan pêşwazî kirin.
LI GIYADINÊ BI GEL RE CIVIYAN
Cihê din yê heyet derbasî bûyî navçeya Giyadinê bû.
Heyet ketina navçeya heta navenda re rastî eleqewyek mezin a gel hat. Heyetê gel silav kir û serdana dikandar û gel kir. Heyet piştre li pêş avahiya HDP'ê a Giyadinê ku bi alên HDP'ê û pankartan hatibû xemiland bi gel re civiyan.
Li vir Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk gel silav kir û diyarkir ku pêvajoyê dixwazin li Agirî û Giyadinê provake bikin û wiha got; "Li Giyadinê Muhammet û Ohan ê ku zarok û bê gundeh bûn qetilkirin. Ez bawerim ku ji bo Muhammet û Orhan wê gelê Giyadinê bêje NA."
Serokwekîla Giştî a DBP'ê Gulcihan Şimşek jî diyarkir ku gelê Giyadinê bedelên mezin daye û wiha got: "Gelê Kurd ku dixwaze li Giyadin, Cizîr Û Silopiyê çareserî çêbibe, lê belê hikûmet tenê daxwaza şer kir. Gelê Kurd tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê dide. Dixwazin destûra bingehîn yekî nû çêbikin, em ji dibêjin di vê destûra bingehîn de jin nine, Kurd tine ne. Em daxwaz dikin ku hemû gel bêjin Na. Dest danîn ser destkeftiyên gelê Kurd yên ku li Giyadinê bidestxistin. Em ji bo vê dibêjin NA. Eniya milliyetçiyê AKP û MHP'ê avakiriye. Destûrekî bingehîn ku ev ava bikin wê cihê Kurdan tê de hebe? . Hûn dibînin tûneye."
Piştî Şîmşek Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, gel silav kir û dest bi axaftinê kir.
Yildirim bal kişand ser bûyerên ku 11’ê Nîsana 2015’an qewimî û ev tişt got: “Me şahidî ji tiştekî pir girîng re kir. Bi pravakasyonekê hevalê me Cemî dema ku li Tendurekê ji bo birîndaran rizgar bikin, di rêya demokrasî û aştiyê de şehîd ket. Ji wê rojê heta niha vî welatî hizûr û amramî nedîtiye. Madem pêvajoya aştiyê xirabû werin em li Giyadînê aştiyê pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne wê Giyadîn di 16’ê Nîsanê de bêje ‘NA’ wê ji bo vî welatî bibe deriyê xêrê. Me piştgiriya vî gelî ji bîr nekiriye. Em ê bi ser şer de biçin. Em ê hemû hêza xwe û enerjiya xwe ji bo we bikar bînin.”
Piştî axaftinan heyet biç epik û fîtikan ji qadê veqetiyan. Welatiyên Giyadînê heta derketina navçeyê bi heyetê re çûn, nîşan heskirin û pêkrebûnê nîşan dan.
Heyet, ji bo bernameya xwe ya sibehê ku saet 10:00’an li Çerxerêya Dortyolê lidar bixe berê xwe dan Agiriyê.