BI DÎMEN

Ciwanên Kerkûkî: Li dijî tecrîdê divê her kes dakeve qadan

Ciwanên Kurd û Tirkmen ên ji Kerkûkê, li ber sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê rabûn û bang li her kesî kirin, ku nerazîbûnê nîşanî pêkanînên dewleta Tirk bidin.

Ciwanan diyar kirin, ew piştgiriyê dibin grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê, ku nêzî 50 roj in dewam dikin û gotin, "Ev ev pêkanîn dewam bikin, rengê çalakiyên me jî wê biguherin."

Ciwanên ku duh li Kerkûkê çalakî lidar xistin, li ser armanca xwe ji ANF'ê re axivîn.

HAWRÊ FERÎDÛN: Em vê çalakiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê me û ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê lidar dixin. Bi rêya vê çalakiyê em dixwazin bala gelê Başûr bikişînin ser mijarê. Bêguman ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê, divê tevahiya gelê me û saziyên mafên mirovan bi her awayî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin.

MIHEMED CEMÎL: Ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe yên di grevên birçîbûnê de ne û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, em dimeşin. Gelê me yê li çar parçeyan, pêwîste di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Em çiqasî berxwedanê geş bikin, em ê ewqasî bi ser bikevin. Her ku gelê Kurd têkoşîna xwe mezin bike, wê dewleta Tirk bê encam bimîne.

BALÎN FARIS: Weke tevgera ciwanan, em ê li pêşberî tecrîda li ser Rêberê xwe bêdeng nemînin û qebûl nekin. Pêwîste gelê me hê bi xurtî li ber vê tecrîdê rabe û tevlî çalakiyan bibe. Berxwedana hevalên li zindanan gelekî hêja ye. Ew ji bo armancekê vê çalakiyê dikin. Divê em jî bi heman rengî xwedî li wan derkevin. Bi taybetî divê ciwan li her çar aliyên Kurdistanê bi rêxistinî çalakiyan lidar bixin.

OZER ATÎLLA: Ez Tirkmen im. Li zindanan bi rengekî vekirî zilm li mirovan tê kirin. Ev mirov di greva birçîbûnê de gihîştine radeya mirinê. Weke ciwanên Kurd û Tirkmen, me ji her kesên li Kerkûkê re qala rewşa li zindanan kir. Em dikarin bi hev re bi rengekî bedew bijîn. Divê her kes zanibe, siyasetmedar vî gelî binpê dikin. Hê wê heta kengî gelên Tirkmen û Kurd bêdeng bimînin. Em nizanin bê siyasetmedar ji bo me çi dikin. Halbûkî divê em zanibin. Lewma ya niha tê kirin, xizmetê ji gel re nake. Halbûkî mafê van gelan e ku bi rengekî bedew bijîn. Wê çaxê divê were pirsîn, ev mirov çima avêtin zindanê? Çima di zindanê de ketine greva birçîbûnê. Ev tiştekî çawa ye? Li kîjan devera cîhanê ev tê kirin?

Ya ku li zindanan tê kirin, ne li Îslamiyetê, ne li mezheba Şîa, ne jî ya li ya Sûnî tê. Lewma, em ya tê kirin bi ti awayî qebûl nakin. Em li dij van kirinan derdikevin.