BI DÎMEN

Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Dawî li êrîşên li girtîgehan bînin

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ji bo protestokirian tecrîda li Girava Îmralî û binpêkirina mafên girtiyan yên li girtîgehên li Tirkiyeyê, li Kerkûkê meşek lidar xistin.

 

 

Ciwanên Kerkûkê ji taxa Şorîce û Rahîmawa bi qasî 2 saetan meşek lidar xist. Ciwanên piştî meşê daxuyanî dan, bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan derkevin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Weke rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya Kerkûkê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê xwe û piştgirîkirina greva birçîbûnê ya girtiyan me ev meş pêk anî.

Weke tê zanîn 2 sal e li ser Rêberê me tecrîdekî giran pêk tê. Weke tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, eger ev tecrîd bi dawî nebe, em ê bibin xwedî helwestên tundtir. Bila her kes vê yekê bizane. Divê çarçoveyê de di rojên pêş de em ê çalakiyên xwe hîn berfiretir bikin. Di heman demê de ji bo em balê bikêşin li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk, me ev çalakî lidar xist.

Armanca greva birçîbûnê ewe ku balê bikêşînin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me binpêkirin û êşkenceyên li girtîgehane

Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, em dixwazin vê ji hevalên xwe yên li girtîgehan re bêjin; heta dawiyê em ê li gel we bin.

Dîsa di heman demê de bang li hemû dezgehên mafê mirovan dikin ku li dijî pêkanînên dewleta Tirk û AKP’ê bêdeng nebin.

Dîsa bang li gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê be exlaqiyê bêdeng nebin.”