Li bajarê Silêmanî Tevgera Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer kom bûn û xwestin li dijî wan hewldanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê navxweyî, destgîrkirina ciwanên wargeha Mexmûrê û bikaranîna pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe konekê vedin, lê ji aliyê hêzên asayîşê we destûr nehate dayîn.
Li cihê çalakiyê ciwanan civînek ya çapemeniyê lidar xistin û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endamê Komalê Ciwanên Welatparêz Daban Mihemed hat xwendin.
Di daxuyaniya ciwanan de hatibû gotin: “Dewleta Tirk a dagirker vê carê dixwaze bi rêya PDK’ê gelê Kurd bi destê Kurd tine bike. Civaka Êzidî bi komkujiyê re derbas bike. Her wiha PDK xizmeta dewleta Tirk dike û pêşmerge û wezaretan ji bo berjewendiyên xwe yên teybet bikar tîne. Dorpêç xistiye ser wargeha Mexmûrê û ciwanên wê destgîr dikin.”
Di daxuayniyê de ciwanan ji hemû gelê Başûr daxwaz kirin ku li hemberî qirêjiya PDK’ê bêdeng nebin û erkê xwe yê niştîmanî pêk bînin.
Piştî xwendina daxuyaniyê, hêzên asayîşê dest danîn ser konê, lê tevî wê jî çalakiya ciwanan dom kir. Piştre ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.