Ciwanên Başûr li dijî êrîşên PDK’ê ya li ser gerîla daketin qadan

Tevgera ciwanên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî ji bo şermezarkirina êrîşên PDK’ê ya li ser gerîlayên PKK’ê daketin qadan û gotin: “PDK dixwaze hemû têkçûna xwe bixe stûyê PKK’ê û bi vê êrîşên dewleta Tirk a li ser PKK’ê ya rewa bide nîşandan.”

Di saetên êvarî de Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Melîk Mehmûd a bajarê Silêmaî ya Başûrê Kurdistanê kom bûn, êrîşa hêzên PDK’ê ya 13’ê Kanûnê ya li ser gerîlayên PKK’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser navê ciwanan Daban Mihemed daxuyaniyek hevpar xwend û got: “Divê hemû aliyek vê rastiyê bizane ku kîne li dijî herêma Kurdistanê. PDK ya li herêmê desthilat e her carê PKK’ê sûcdar dike.”

Mihemed di daxuyaniyê de ev pirs ji PDK’ê kirin

“Gelo ma PKK’ê li gel Tirkiye peymaneke 50 salî îmzekiriye, rewşa aborî ya herêma Kurdistanê têk daye? Yan hûn in?

Gelo ma PKK ye dixwaze di vê rewşa hestyar a herêma Kurdistanê de şerê Kurd bi Kurd bide destpêkirin an hûn in?

Gelo kîne heqdestê karmendên herêmê nadin? Bûceya şerê Tirkiye ya li dijî PKK’ê kî dide?

Gelo eger ku bûdceya şer heye, çima hûn mûceyên karmedan nadin?”

Mihemed destnîşan kir ku PDK ya dixwaze ew e ku hemû şikestin, dizî û nelirêtiya xwe bixe stûyê PKK’ê. Her li kûderê nerazîbûnek hebe dixe stûyê PKK’ê. Mihemed anî ziman ku di vê rewşê de yekane hêza bi fedayî li dijî DAÎŞ’ê şer kir PKK ne. PKK’ê li gel hêzên Pêşmerge li herêma Kurdistan dawî li DAÎŞ’ê anî.

Herî dawî Mihemed anî ziman ku ew ciwa êrîşa PDK’ê ya li ser qadên gerîla şermezar dikin vê yekê ti carî qebûl nakin. Mihemed got: “Em rê nadin ku siberoja Kurd û Kurdistanê bikeve xeteriyê ji bo berjewendiyên taybet. Yên ku dibêjin bila PKK ji Başûr derkevin divê baş bizanin ku PKK temsîla Kurdê azad dike. Ciwanên Başûr dibêjin; ‘PKK gel e gel jî li vir e’.”