Ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin

Ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin û diyar kirin, ku kes nikare pêşî li têkoşîn û berxwedana wan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire.

Ji bo pîrozkirina Newrozê, ciwanên Êzidî doh bi şev li gundê Kolika yê Çiyayê Şengalê li hev kom bûn. Bi pêşengiya Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî, meşeke meşaleyî hate lidarxistin.

Li gel meşaleyan, ciwanan alên PKK, YBŞ, YJŞ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Ciwan bi dirûşmên "Newroz pîroz be" û "Bê Serok jiyan nabe" heta Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan meşiyan.

Ciwanan piştre agirê Newrozê dadan û bi navê ciwanan Sara Botan axivî. Sara Botan got, "Bi ruhê Kawayê Hemdem em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya jib o jiyana azad û azadiya Rêber Apo dewam bikin.

Em ciwanên Êzidî ji dijminê dagirker re dibêjin; hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin îradeya civaka Êzidî bişikînin û rê li ber pêşketina me bigirin."

Di  daxuyaniyê de hate diyarkirin  ku di van demên dawî de me gelek bedelên giran di oxira  parastina vê dozê de hatine dayin bi saya wan em li ser axa xwe ne.

Piştî daxuyaniyê, ciwanan li dora agir govend gerandin û çalakiya xwe bi dawî kirin.