Ciwan ji bo Ocalan li Ranyayê meşiyan

Endamên Ciwanên Şoreşger li Ranyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşiyan.

Jinên Şoreşger ên Ciwan û Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li navçeya Ranya ya Silêmanî bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Serî li ber faşîzma dewleta Tirk hilde, çareseriyê bi dest bixe" û "Ji bo Rêbe Apo serî hilde" hatin qîrîn.

Ciwan ji ber Bîrdariya Raperîn heta bajarokê Çiwarqurnê meşiyan û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endama Jinên Şoreşger ên Ciwan Sara Ranya daxuyanî da û got, "Mafê herî xwezayî yê hemû girtiyan e ku hevdîtinê bikin. Lê belê dewleta Tirk a faşîst hemû mafên Rêber Apo asteng kiriye. Li ser Rêber Apo komployeke mezin heye."

Ranya bi bîr xist ku ciwanan ji bo azadiya Ocalan dest bi pêngava "Serî hilde" kirine û got, "Çi dibe bila bibe, heta ku Rêber Apo azad bibe divê em li qadên berxwedanê bin."