Civaka Êzidî li Ocalan xwedî derdikeve

Dayikên Êzîdî li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û gotin ew bi Ocalan ji qirkirina mezin xilas bûn.

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser civaka Êzidî, ku vê civakê gelekî girîng dibîne û destwerdana şervanên azadiyê li fermana 2014'an bû sedem ku Ocalan di dilê civaka Êzidî de bibe xwedî cihekî taybet.

Dayika bi navê Layla Mehmûd ji ajansa me re axivî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermazar kir û got, "Ev 18 sal in ku Rêber Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye."

Leyla Mehmûd got, "Ev 2 sal in em ji Rêberê xwe bê agahî ne. Em ji dewleta Tirk re dibêjin 'bes e ji zilma were'. Serok ne tenê Serokê Gelê Kurd,  lê belê serokê tevahî kesên bin destan e. Divê rek her kes li Serok xwedî derkeve û ti caran xwe bêdeng nekin."

Leyla Mehmûd wiha dewam kir: "Eger ne bi saya serê Serok APO bûya, em weke gelê Şengalê niha nekarî bû bijîn. Ji ber  ku em civaka Êzidî bi saya serê fikir û felsefeya wî ji ferman û qirkirinê xilas bûn."

Dayika Leyla Mehmûd di dawiya axaftina xwe de ev got: "Em dengê xwe digihînin her kesê ku xwe berpirsiyarê mirovahî dibîne, ku dibêje 'em mafê mirovahiyê diparêzin'; bila çavên xwe li ser serokê me negirin û bila li hember dewleta Tirk helwestê deynin."