Ceza li 4 aktîvîstên Behdînanî hate birîn

Di dadgeha Hewlêrê de cezayê girtîgehê li 4 girtiyan hate birîn.

Rûniştandina darizandina girtiyên Behdînanî Şêrwan Teha, Bendewar Eyub, Karker Ebas û Mesûd Elî îro li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Hewlêrê pêk hat.

Parêzer Herêm Rifet diyar kir ku dadgehê du sal û şeş meh li Şêrwan Teha, sê sal û şeş meh li Mesûd Elî Şengalî, salek û du meh jî li Bendewar Eyub û Karker Ebas birî ye.

Parêzer Rifet diyar kir ku Elî Şengalî tenê ji ber ku nameyek ji bo alîkariya saziyên civakî ji Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê re şandiye hatiye cezakirin. Parêzer ragihand ku ev yek bêedaletiyeke mezin e û biryar qanûnî nîne.

Parêzer Beşdar Hesen jî bi civîneke çapemeniyê got, "Binpêkirineke mezin a hiqûqî çêbû. Rûniştin bi dawî bû. Em ê di nava 30 rojî de li ber biryarê rabin û serî li dadgeha temyîzê bidin. Em hêvîdarin ku dadgeha temyîzê wê bi van belgeyan bawer neke û biryara berdana wan bide."