Ceylan ê HDP'î: 2020 wê bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser polîtîkayên ku partiya wan ji bo sala 2020'î daniye pêşiya xwe axivî û got, "Divê em bi hev re zincîrên tecrîda li Îmraliyê bişikînin. 2020 wê bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê."

Hevserokê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan ji ANF'ê re qala rojev û karên partiya xwe yên sala 2020'î kir.

Ceylan diyar kir, di sala nû de wê HDP ji aliyê teknîkî ve rêxistiniya xwe mezin bikin, bi konferansên jin, ciwan û tevlîhev wê zemînê rêxistiniyê xurt bikin û bi vî rengî têkoşîna xwe bidomînin. Ceylan anî ziman, di dawiya meha Sibatê de wê kongreya giştî ya partiya wan pêk were, bi vê kongreyê re wê hDP bibe xwedî îrade û însiyatîfeke hîn mezintir. Ceylan destnîşan kir ku rêveberiya wan her tim polîtîkayên aştiyane dimeşîne û ji niha û pê ve jî wê di heman polîtîkayê de israr bikin.

GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Ceylan diyar kir, mîna sala 2019'an wê di sala 2020'î de jî polîtîkayên qirêj ên hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên li herêmê dewam bikin û got, "Ji bo nêzîkatiya van hêzan têk bibin ku berjewendiyên xwe di ser her tiştî re dibînin, divê gelê Kurd bi hev re tevbigere. Ji ber vê yekê pêwîstî bi afirandina yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.

Di sala 2020'î de divê em vê pêvajoyê bi ser bixînin. Gelê Kurd eger pirsgirêka yekîtiya neteweyî li çar parçeyan çareser bike wê li rojava jî bi hêzên demokratîk re faşîzmê têk bibe. Bi bîr û baweriya ku sala 2020'an wê bibe bihara gelan û baweriyan divê têkoşîn bê geşkirin."

'EM Ê DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'

Ceylan ragihand, ya ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser desthilatdariyê dihêle polîtîkayên şer e û got, "Civakê bi vî rengî di bin zext û zordariyê de dihêlin. Soz dan ku wê newekheviya li nava civakê çareser bikin, lê belê ev yek pêk neanîn. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku niha li ser xeta Ergenekonî dimeşin. Lê belê alternatîf û polîtîkayên çareseriyê yên gelan hene. Divê ev yek bê berfirehkirin û civakîkirin.

Em ê jî polîtîkayên rast li Bakurê Kurdistanê tevî gelê xwe bimeşînin. Em ê di siyaseta demokratîk û rêbazên siyasî de israr bikin. Ji xwe siyaseta ku me heta niha meşand bi vî rengî bû û ev yek siyaseteke rast bû. Bêguman kêmasiyên me hebûn, lê belê em ti carî ji têkoşîna xwe venegeriyan."

'BIRÊZ OCALAN HER TIM BÛ DENGÊ AŞTIYÊ'

Ceylan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Birêz Ocalan veguherî sîstemeke ku pêşî li aştiya civakî digire. Birêz Ocalan di nava 20 salên tecrîdê de her tim bû dengê aştiyê. Dema ku dengê wî gihîşt civakê me dît ku aramî pêk tê. Ev yek hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn derbas dibe.

Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn proje destnîşan kir. Ya ku wî dianî ziman li berjewendiyên gelan dihat, lê belê li hesabên hêzên navneteweyî nedihat. Divê em vê hesabê jî têk bibin. Divê em dengê aştiyê yê Birêz Ocalan bigihînin gelan hemûyan. Lazim e em bi hev re zincîrên tecrîda li Îmraliyê bişikînin. 2020 wê di heman demê de bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê."

RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ

Ceylan destnîşan kir ku divê ew mekanîzmaya rexnekirin û rexnedayinê bi xurtî bi kar bînin û got, "Berpirsyariya me ye ku em bi rê û rêbazên dewlemend tevbigerin. Bi rê û rêbazên xitimandî na, divê rêbazên cuda her tim bên bikaranîn.

Ji bo dewlemendkirina jiyanê û birêxistinkirina gelê xwe, ji bo rawestandina faşîzmê divê em rêbazên cuda ji xwe re bikin esas. Her hewldaneke me encameke erênî afirandiye. Li ber destê me gelek rêbaz hene. Ji civînên gel heta têkoşîna li dijî asîmîlasyonê. Ji bo van hemûyan em ê konferansan li dar bixin. Bi rexnekirin û rexnedayinê em ê xwe bêhtir bi pêş ve bibin."