Çeteyên bi pere yên ku PDK û Erdogan dibêjin 'pêşmerge'

Derket holê ku gelek çeteyên AKP/PDK’ê yên ku êrîşî YBŞ û YJŞ’ê kirine, endamên kevn ên komên çeteyên Azadî, Silehedîn û Neviyên Silehedîn in ên ku êrîşî Heleb, Qestel, Cindo û Serêkaniyê kiribûn.

Derket holê ku gelek çeteyên AKP/PDK’ê yên ku  li Xanesorê êrîşî YBŞ û YJŞ’ê kirine, endamên kevn ên komên çeteyên Azadî, Silehedîn û Neviyên Silehedîn in ên ku êrîşî Heleb, Qestel, Cindo û Serêkaniyê kiribûn.

Dê û bavên ji Rojava yên ku xwestin biçin şîna kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, derbarê van çeteyên agahî dan.

Çeteyên PDK/AKP’ê dê û bavên ji Rojava yên ku dixwestin biçin şîna merivên xwe yên li Xanesorê li ser sînor dan sekinandin û gef li wan xwarin. Derket holê ku ev çeteyên hanê endamên kevn ên Cebhet El Nusra, Azadî, Neviyên Silehedîn in. Van çeteyan berê jî êrîşî gelê Helep, Qestel Cindo û Serêkaniyê kiribûn. Dê û bavên ji Dêrikê yên ku li ser riya Rabîayê duçarî êrîşên van çeteyan bûn, derbarê nasname û êrîşên berê yên van çeteyan agahî dan.

Di 4’ê Adarê bi hezaran kesên ku ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û gundên derdorê, ji bo sersaxiya malbatên YBŞ û YJŞ’ê yên ku bi êrîşên çeteyên PDK û AKP jiyana xwe dest dabûn, xwestin biçin Xanesorê. Li ser riya Rabîayê çeteyan êrîşî gelê ku dixwest biçe Xanesorê kirin. Ji nav gel hinek kesan ev çete nas kirin. Yek ji van kesan dayîkeke ji Dêrikê ye, ya ku naxwaze navê wê were diyar kirin. Dayîkê diyar kir ku, ew gelek çeteyên ku li ser riya Rabîayê êrîşî wan kiriye, nas dike. Dayikê derbarê nasnameya çeteyan ev agahî da: “Dema min Şîndar Nûr Sebriyê ji Dêrikê, Serdar Akrem Mişoyê ji Gundê Abrê yê bi ser Çilaxa, kurê Îzedîn Birhik ê ji Çilaxa û çend kesên ku niha navê wan nayê bîra min dît, ez gelekî hêrs bûm. Min li wê derê ji wan re jî got. Dema hûn li vê derê guleyan li me direşînin û tiliya xwe ji me re dihejînin; Asayîş, YPG/YPJ dê û bav û xuşk û birayên we diparêzin, ma hûn fedî nakin?”

Bavekî bi navê Ahmet ê ku li Girkê Legê dijî û duçarî êrîşa çeteyan mabû, çeteyên ku nas dike wisa rêz kir: “Lewend Silêman Lawind ê ji gundê Pîrê yê bi ser Girkê Legê, Şivan Smaîl Şeref yê ji gundê Helaqê yê bi ser Girkê Legê, Sirûr Mihemed Alelî û Ferhad Yusif Omer, Biwar Îbrahîm Qasim ê ji Girkê Legê û Kurê Mihemed Amîn Selmî ye. Dema ku li Rojava em malbatên van kesan ji çeteyan diparêzin, ew jî li vir êrîşî me dikin.”

EV ÇETE BERÊ DI NAV NUSRAYÊ DE BÛN

Ahmet ê ku derbarê malbata Birhik a ji Çilaxa agahî da, got ku gelek endamên vê malê di nav Nusrayê de mane. Diyar kir ku, yek ji van kesan kurê Îzedîn Birhik e ê ku navê wî nayê bîra min û yekî navê Celal Birhik jî heye ku ev kes berê di nav Nusrayê de bû. Ev kes di êrîşa Serêkaniyê de birîndar bûbû, bi mebesta tedawîkirinê biribûn Başûrê Kurdistanê û niha jî li ser riya Rabîayê bi kincên pêşmergeyan derkete pêşberî me.

Derket holê ku, Celal Birhik û gelek çeteyên 'Pêşmergeyên Rojava' avakar û endamên komên çeteyên wekî Cebhet El Nusra, Artêşa Azad a Sûriyeyê, Azadî, Silehedîn û Neviyên Silehedîn in ên ku demekê êrîşî Helep, Qestel Cindo û Serêkaniyê kiribûn.