Cenazeyên şervanên YPGʹê Delîl û Orkêş hatin veşartin

Cenazeyên du şervanên YPG‘ê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gundê Ezawî jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanên YPG‘ê Yasîn Hisên (Delîl Şedadê) û Hisên Fethî (Orkêş Hesekê) li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn.

Girseya gel cenazeyên herdu şervanan ji meclîsê wergirtin û bi kerwanekî ji wesayîtan ber bi gundê Dawidiyê ve birin.

Di merasîmê de li ser navê YPG‘ê, endamê Buroya Têkiliyên Giştî yê YPG‘ê Şêrewan Çaçan axivî û di kesayetiya herdu şehîdan de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Salih Fatimê jî axivî û got: “Gelê me riya azadiyê pejirandiye û wê tu carî vê riyê bernede. Şehîdên me şagirtinên Rêber Ocalan in, ji felsefeya rêbertiyê vexwarinê û wateya azadiyê nas kirine, bi vê yekê wê bê guman serkeftin a me be.”

Girseya gel, cenazeyên herdû şervanan li ser milê xwe kirin û cenaze bi dirûşmeyan hatin veşartin.