Cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê li Qamişloyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyên Şervanên YGP'ê Kemal Pîr û Piling Raperîn ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekî veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyên Şervanên YGP'ê Kemal Pîr û Piling Raperîn ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekî veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Taxa Enteriyê kombûn, cenazeyê Şervanên YPG'ê Kader Ars (Kemal Pîr) û Remedan Okîs (Piling Raperîn) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneyê girtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Xarûxan ve ketin rê.
Li gorîstanê ji aliyê Şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen û Fermandarê YPG′ê Amed Qamişlo axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.
Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên Şervanên YPG'ê bi dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.