Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Silêman hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Ehmed Silêman li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya nexwexaneya Avrîn kom bûn, cenazeyê şervanê YPG′ê Ehmed Silêman wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.

Li goristanê merasîmkî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û diyar kir ku hêz û vîna şervanên azadiyê, wê hemû êrîşên dijmin têk biçin.

Her wiha Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Sureya Hebeş jî şehîdên komkujiya Helebceyê bibîr anî.

Piştî nasnameya şehdî hat xwendin û radestî malbata hate kirin û şûde cenazeyê şervan bi dirûşiman ve hate veşartin.