Cenazeyê Şervanê QSD'ê Mehmûd El-Asî li Girê Spî hat veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî Cenazeyê Şervanê QSD'ê Mehmûd El-Asî yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Gorîstana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Ji bo wergirtina cenazeyê Şervanê QSD'ê, bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî li ber Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr kombûn. Girseya gel cenaze ji nexweşxanê girt û bi karwanekî wesayîtan be rbi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.

Di merasimê de Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Hemdan El-Ebid, Şervanên YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Xweparastinê û Endamên saziyên Sivîl, amade bûn.

Li goristanê ji aliyê Şervanan ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî. Ebdullah sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku ciwanên herêmê bi xwîna xwe, destanên lehengiyê dafirînin.

 Her wiha Endama Kongreya Star Zelîxe Ebdî jî axivî û got: "Şehîd pêşengên civakê ne û ji bo rûmeta gelê xwe, canê xwe feda dikin."

Piştre nasnameya Şervanê QSD'ê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Girseya gel bi dirûşmeyan cenaze li goristanê veşart.