Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ebdo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Fadî Ebdo yê ku di encamê êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Efrînê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Fadî Ebdo yê ku di encamê êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Efrînê hate veşartin.
Bi sedan kes ji bo cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Fadî Ebdo yê ku roja 28’ê Adarê ji aliyê artêşa Tirk ve jiyana xwe dest dabû bigre, li ber Nexweşxaneya Avrînê kom bûn. Girseyê cenazeyê Ebdo girt ber bi gundê Enab ê girêdayê navçeya Şera ve ketin rê.
Di merasîmê de endam û Hevserokê Konseya Xweseriya Demokratîk, şervanên Erka Xweparastinê û Hêzên Asayîşê cih girtin. Piştre Fermandarê Erka Xweparastinê Mahîr Çîya, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdên Şehbayê Amîna Xidir û li ser navê malbata Ebdo jî Yahya Fadî axaftin kirin.
Piştî axaftinan nasnameya şervanê Erka Xweparastinê hate xwendin û radestî malbat hate kirin.
Cenazeyê Ebdo bi dûrişman ve hate veşartin.