Cenazeyê şervana YPJ’ê Sozdar Gerzan hate veşartin
Welatiyê bajarê Amûdê cenazeyê şervana YPJ’ê Sozdar Gerzan a ku li Qereçox di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristan Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.
Welatiyê bajarê Amûdê cenazeyê şervana YPJ’ê Sozdar Gerzan a ku li Qereçox di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristan Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Amûdê û gundewarên wê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn, alên YPG/YPJ′ê, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, cenazeyê şervana YPJ′ê Hêvîdar Ebdî (Sozdar Gerzan) wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Îamaîl Hogir ve ketin rê.
Di merasîmê de Hevseroka PYD′ê Asya Abdullah, Endamên Rêveberiya TEV-DEM′ê, Kongreya Star, saziyên sivîl û leşkerî, şervanên YPG/YPJ′ê, amade bûn.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan Seîd Ferso û Hevseroka PYD′ê Asya Abdullah axivîn, sersaxî ji malbata şehîd Sozdar re xwestin, êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Qereçox şermezar kirin û diyar kirin ku armanca vê yekê, şkandina vîna gelê Kurd û derbkirina projeya Federaliya Bakurê Sûriyê ye.
Axaftvanan soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dan.
Bavê şehîd Sozdar, Ebdulkerîm Ebdî jî axivî û şehadeta keça xwe li şervanên YPG/YPJ′ê û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîroz kir.
Piştre jî nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenaze bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.