Cenazeyê koçberekê li Ebexê hatin dîtin

Li taxa Sariçîmen a navçeya Ebex a Wanê cenazeyê koçberekê hate dîtin.

Tê texmînkirin ku cenazeyê koçberê li navçeya Sarçîmen hate dîtin yek ji wan 13 koçberên ku 8’ê Sibatê ji serma miribûne.

Waliyê Wanê ragihandibû ji ber mercên xedar ên hewayê diyarkiribû ku nikarin xwe bigihînin herêmê, tenê anîbû ziman ku wê mijarê lêkolîn bikin.

Li gel başbûna rewşa hewayê re di encama lêgerînên hatin kirin de cenazeyê koçberekê hate dîtin.

Cenazeyê koçberê hate dîtin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê.

Xebatên naskirina nasnameya koçber dewam dike. Xebatên dîtina cenazeyê 12 koçberên din jî didome.

Li gorî agahiyên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji kesên ku ji ser ma mirine 10 jê Efganî, 3 jî Kurdên Kobanê ne.