Cenazeyê Hozan Dilgeş hate definkirin

Cenazeyê hunermedê Êzidî Hozan Dilgeş ê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî gundê Fîskîne yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate veşartin.

Duh cenazeyê hunermendê Êzidî Hozan Dilgeş ji bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi merasîmekê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate rêkirin.

Cenazeyê Hozan Dilgeş li gundê Fîskîne yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi merasîmekî girseyî hate veşartin.

Li gel Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveberên HDP, DBP’ê û gelek kes jî amade bûn.

Atalan ê di marasîmê de axivî wiha got: “Pîrê em Dilgeş bi hesreta welat û azadiyê ji nava me koç kir.

Piştî axaftinan cenazeyê Hozan Dilgeş bi duayan hate definkirin.