Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dûrmûş veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Dûrmûş ê di şereke li Cûdî qewimî de şehîd bûbû, li Silopyayê bi merasîmekê veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Dûrmûş (Alîşêr) ê di operasyona artêşa Tirk a dagirker bi tevlîbûna hezaran leşker û desteka esmanî li Çiyayê Cûdî ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê rojên borî dabû destpêkirin de şehîd bûbû, ber 2 rojan rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Birayê Dûrmûş ji bo girtina cenaze duh şev serlêdana Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kiribû, tevî ku cenaze teşxîs kiribû jî lê nedabûnê. Li ser serlêdana dayika Dûrsûn a îro cenaze ji naxwexaneyê hate girtin. Bi ewlekariyeke mezin ji navenda bajarê Şirenxê malbat cenazeyê Dûrsûn girtin û ber bi Silopyayê kete rê. Wecîbeyên olî li gundeke ser rê hate kirin û piştre bi tevlîbûna ferdên malbatê cenazeyê Dûrsûn li Goristana Yenîşehîr a li Taxa Başakê hate veşartin.

Di dema merasîma veşartinê de ‘ewlekariya’ zêde ya li dorî goristanê bal kişand.