Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dogan hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HGP’ê Yûsûf Dogan ê ku di encama oparesyona li herêma Kûtûdere ya navenda Dersimê hate lidarxistin de jiyana xwe jidestdabû, hate veşartin.

Piştî operasyona bi destka hewayî ya 26’ê Adarê li herêma Kûtûdere ya navenda Dersimê de, gerîlayê HPG’ê Yûsûf Dogan (Ferhat Dersim) jiyana xwe ji dest dabû, li Saziya Tiba Edlî cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.

Cenazeyê Dogan birin mala wî ya li gundikê Çewîk ê gundê Çilga ê girêdayî navenda Dersimê. Li têketina gundik de wesayîta cenaze ji aliyê gelek kesan ve bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hate pêşwazîkirin.

Piştî wecîbeyên olî hate bicih anîn û şûnde, darbesta Dogan hildan ser milan û bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve birin goristana ku wê lê defin bikin. Piştî nimêja cenaze Parlemeterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu yê ku bi Kirmanckî axivî, di ser de sersax ji malbat û piştre jî ji gelê Dersimê re xwest.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, li gel lorîkan cenazeyê Dogan hate veşartin.