Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ûgûrlayan hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramazan Ûgûrlayan ku 9'ê Hezîranê li Farqînê di şer de şehîd bû, li navçeya Bismilê di nava dorpêçiya polısan de hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Ramazan Ûgûrlayan di 9'ê Hezîrana 2020'an de li navçeya Farqînê ya Amedê di şer de şehîd bûbû û cenazeyê wî rakiribûn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyêya Gazî Yaşargîl. Malbatê xwest cenazeyê kurê xwe werbigire û 6'ê Tebaxê ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da. Piştî ku encamên testê eşkere bû malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt.

Cenazeyê Ûgûrlayan li navçeya Bismilê piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Goristana Taxa Ûlûturkê di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin. Tevî ferdên malbatê gelek kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.