Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Başaran hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Ayşe Başaran ku di êrîşa hewayî ya li Tetwanê de şehîd bûbû, bi merasîmeke hate veşartin. Leşkerên Tirk dor li taxê girt.

Gerîlaya HPG’ê amara Hîvroş (Ayşe Başaran) di êrîşa hewayî ya 27’ê Tîrmehê ya li bejahiya gundê Cangiza ya navçeya Tetwan a Bedlîsê şehîd bûbû. Cenazeyê Başayaran şevê din ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Malbatê cenaze bir taxa Sûsûz a navçeya Farqîn a Amedê. Leşkerên Tirk dor li taxê girtin û ketin derketina taxê asteng kirin.

Leşkerên Tirk destûr nedan ku ji xeynî maliyan kesek biçe ser cenaze. Piştî hewcehiyên dînî cenaze bi dorpêça polîsan  hate veşartin.

NEHIŞTIN KONÊ SERSAXIYÊ DANÎN

Leşkerên Tirk destûr nedan ku li taxê konê sersaxiyê were danîn. Malbat serdanan li malê qebûl dike.