Cenazeyê Fermandar Şengalî hate veşartin

Cenazeyê yek ji fermandarên YBŞ’ê Şengal Şengalî yê ku li Şengalê di encama qezayeyê ke jiyana xwe ji dest dabû, li Çiyayê Şengalê hate veşartin.

Cenazeyê yek ji fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Şengalê (YBŞ) Şengal Şengalî yê di dema bi erka xwe radibû di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke bi heybet a leşkerî ve hate veşartin.

Di merasîma bi sedan şervanên YBŞ’ê û gelê Şengalê tê de amade bûn, yek ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengal di axaftina xwe behsa kesayet û têkoşîna Şengalî kir û got: “Kesayet, cesaret û fedakariya Şehîd Şengal li ser esasê azadiya Şengalê ji bo me emir û ferman e.”

Zerdeşt Şengal axaftina xwe wiha domand: “Hevrê Şengal hema piştî fermanê tevlî nav refên YBŞ’ê bû û heta dawiyê di nav refên herî pêş de ku cih girt, weke Apociyekî û Êzîdiyekî di xeta fedayîbûnê de têkoşîn pêş xist. Em ê ala şehîd Şengal timî li çiyaayê Şengalê li ba bikin. Em di şexsê şehîd Şengal de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û em dibêjin şehîdên me bêmirinin.”

Piştî Zerdeşt Şengal bavê Şengal Şengalî yê mafê axaftinê wergirt, sersaxî ji bo gelê gelê Kurd û hevrêyên Şengal re xwest.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin” ve hate veşartin.