Cenazeyê Efe ku wesayîta zirxî ew qetilkirîbû hate veşartin

Cenzeyê Efe Tektekîn ê 6 salî ku wesayîta zirxî ya polîsan ew qetilkirîbû hate veşartin. Bav Ahmet Tektekîn wiha got; “Kurê min 6 salî bû, li pêş çavê min hate qetilkirin. Salek borî jî polîsan bi TOMA bavê min kuştin.”

Cenazeyê zarokê 6 salî Efe Tektekîn ê ku polîsan bi wesayîta zirxî li Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê kuşt li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Di 11 mehê de wesayîta zirxî li Efe Tektekîn qelibîbandibû û bi giranî birîndar kiribû. Efe rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê Efe şevê din rehmet kir û cenazeyê wî piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

BAV AHMET TEKTEKÎN: KURÊ MIN 6 SALÎ BÛ NE MÊŞ Û MORÎ BÛ

Dema cenaze ji morga Nexweşxaneya dewletê girtin Bav Ahmet Tektekin, bertek nîşanî polîsên ku bi maşîna zirxî kurê wî kuşt da û got: “Maşîna polîsan li pêş çavan kurê min qetil kirin. Kurê min 6 salî bû. Ne mêş û morî bû. Çi karê maşîneya zirxî li wir heye. Polîsan çawa kurê min li wir nedît. Salek barê maşîneya TOMA bavê li ronahiyê nesekini û bavê min qetil kirin."

ŞAHIDÊ BÛYERÊ HATE DESTGÎRKIRIN

 Şahidê bûyerê û xizmên Tektekîn ku nexwestin navê xwe aşkere bike jî bertek nîşan dan û gotin: "Hem dikujin û hem jî bêdeng dikin. Polîsan şahidê bûyerê yê wêne kişandin destgîrkirin."

 Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Tektekin anîn Goristana Yenîkoyê u li vir piştî wecîbeyên olî veşartin.

 Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: "Di 10 salên dawî de di encama qezayên maşîneyên zirxî de li herêmê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber kesên bersûc nayên cezakirin bi maşîneyên zirxî mirovan qetil dikin. "

 Kalikê Efe Tektekîn Mehmet Tektekin (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de maşîna TOMA lê qelibandibû û kuştibû.