Cenazeyê Coşkûn ê HPG’yî hate veşartin

Cenazeyê Cahît Coşkûn ê HPG’yî yê ku li Xerzanê şehîd bûbû, hate veşartin.

Cahît Coşkûn ê HPG’yî yê ku li herêma Xerzanê ya Bedlîsê di 22’ê Hezîranê de di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû veşartin. Malbata wî piştre cenazeyê kurê xwe wergirt.

Ji ber ku mînaka DNA’yê ya ku malbatê dabû wekî ya cenaze derket, malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Piştî karên fermî malbatê cenazeyê Coşkûn ji goristana bêkesan derxist û bi tevlêbûna gelek kesan li Goristana Karşiyaka ya Tetwanê veşart.