Cenazeyê Baton li Girê Spî hate veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Baton ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristan Şehdî Mehmût Tumê ve veşart.

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Salih Îsa (Baton) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya leşkerî ya bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê. Welatiyan alên YPG/YPJ/QSD′ê û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk hildan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ berz kirin.

Li goristanê li gel deqyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û ev tişt ji şervanan re got: ″Serê xwe bilind bikin, hûn parêzvanên axa welat in.”

Piştre Endamê TEV-DEM′ê Mihemed Kedîm, sebir ê hedar ji malbata têkoşer re xwest û selametiya xêrê ji birîndaran re xwest.

Her wiha Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Zelîxe Ebdî jî anî ziman ku keç û xortan li hember dijmin serî hildan, çek hilgirtin, berê xwe dan çeperên şer û axa welatê xwe parastin.

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervan bi dirûşim ve hate veşartin.