Cenazeyê 7 karkerên çandiniyê hate veşartin

Cenazayê 7 karkerên çandiniyê yên ku li Konyayê di qezaya trafîkê de miribûn li Rihayê hatin veşartin.

Li navçeya Yûnakê ya Konyayê wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn û TIRek li hev ketibûn. Di vê qezayê de 2 jê zarok 7 kes miribûn. Cenazeyê karkeran li Taxa Yûkari Yazici ya Eyyûbiyeya Rihayê hate veşartin.

Di qezayê de ji heman malbatê Mehmet, Ahmet, Fîda, Medîne, Mehmet (zarok), Îbrahim Okal (10) û Mehmet Kûşê ji heman taxê miribûn. Cenazeyê heft kesan hate veşartin.

Di qezayê de 7 jê zarok 11 kes jî birîndar bûbûn. Birîndar li nexweşxaneya Yûnak û Akşehîra Konyayê tên tedawîkirin.