Ji bo paqijkirina vê axê ji çeteyên DAIŞ'ê, operasyona herî girîng a demên dawî Pêngava Xezeba Firatê ye. Pêngavê roja 5'ê Mijdara 2016'an ji derdora bajarokê Eyn Îsa ku bi pêncî kîlometre dûrî navenda Reqayê ye dest pê kir û niha gihîştiye ber Reqayê. Gava herî girîng a ketina nava Reqayê jî, rizgarkirina bajarokê Tebqayê ye, ku li qiraxa Çemê Firatê ye.
Bajarokê Tebqayê mifteya Reqayê ye. Operasyona ku wê mifteya deriyên Reqayê veke, di şeva 21'ê Adarê de ji du baskan hat destpêkirin. Baskekî vê operasyonê ji aliyê bendavê ve berê xwe da bajarok û heta nîvê rêya bendavê ji çeteyan paqij kir. Baskê din jî ji hewayê ve xwe li aliyê din ê çem danî û dor li bajarok girt. Hêzên operasyonê yên xwestin ji aliyê rojava ve xwe bigihînin bajarok, di demeke kurt de gelek gund û gundikên li rojava û başûrê bajarok ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Û girîngtirîn balafirgeha Sûriyeyê Balafirgeha Tebqayê ji çeteyan paqij kirin.
Ev pêngava ku di 21'ê Adarê de dest pê kir, roj bi roj hîn nêzî bajarokê Tebqayê dibe. Hevrêyên hêzên dor li bajarok girtine, her roj bi ferîbotan di ser gola bendavê re piştgiriyê digihînin hêzên operasyonê. Me ev alîkarî û coşa şervanên azadiyê, şopand.
Li vê bendava Firatê, ava bi dehan çemên ji Bakurê Kurdistanê der bûye, heye. Di gola bendavê de me ava çemê Mûnzûr, Mûrat, Perî û bi dehan çemên din ên ji ava berfa çiyayên Kurdistanê pêk tê, dît. Bi rêwîtiyek ji du saetan, em di ser bendava Tebqayê re derbas bûn. Ev gola bê serî û bê dawî, bi ava paqij a Firatê, vê axa berhemdar av dide.
Hevrêyên me jî ji bo azadî û rizgariyê tevdigeriyan. Dema ku di dawiya rê û rêwîtiyê de azadî hebe, hingî rê û rêwî watedar e. Û ev rê û rêwî, ew azadiya navborî bi xwe bûn. Tevî 8 wesayît û hejmarek ne diayr a ji şervanên azadiyê ya Xezeba Firatê, em du saetan di ser ava Firatê re derbas bûn. Rêwiyên vê rêwîtiyê şervanên azadiyê yên kurd û Ereb bûn. Ev şervanên azadiyê ku ji bo biratiya gelan mil bi mil şer dikin, rûyê rasteqîn ê Rojhilata Navîn e. Beşek ji şervanan, dizanîbûn ku rêwîtî wê demeke dirêj dewam bike, lewma hinekan bêhn vedan. Lê beşek ji wan jî li pêşberî ava Firatê sermest bûn. Bi coşeke mezin berê xwe û tivingê xwe dan aliyê din ê çem, ku xwe bigihînin hevrêyên xwe ji bo azadiya Tebqayê.
Di dema vê rêwîtiya me de, li aliyê başûrrojhilat Keleha Caber, li başûr bajarokê Tebqayê û lia liyê bakurrojava jî çeteyên DAIŞ'ê hebûn. Piştî rêwîtiya ji 2 saetan em gihîştin peravê gola bendava Tebqayê. Bi pêşengiya şervanên li vî peravî em ji ferîbotê daketin û me berê xwe dan bajarokê Tebqayê. Cihê kêfxweşiyê bû, ku di rêya bi wate de me bi şervanên bi wate re rêwîtî kir.