CDK-F ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
Di daxuyaniya CDK-F de bal hat işandin ser berxwedana Mazlûm Dogan û Mehmet Tûnç û hat gotin, "Ji bo xwedîderketina li hemû hevrêyên berxwedêr, em bi coşa Newrozê biherikin qadan."
CDK-F'ê bibîr xist, ku dewleta Tirk ji bo têkbirina berxwedana mezin a gelê Kurd, ji hev xistina rêxistinbûna gelê Kurd, bi rengekî faşîzan êrîş dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişidîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de em bang li gelê xwe yê li Fransayê dikin, ku bi baweriya 'serketinê' Newrozê pîroz bikin.
ÇALAKÎ
Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyên li Fransayê bi vî rengî ye:
18'Ê ADARÊ
Parîs
Rennes
19'Ê ADARÊ
Marsîlya
Creîl (bi meşale)
25'Ê ADARÊ
Toulouse
Montpelier
Lyon
26'Ê ADARÊ
Bordeaux
Draguinian
Strasbourg