Çalakiya Konê Mertalên Zindî ya li Xanesorê bi dawî bû
Çalakiya Konê Mertalên Zindî ku li bajarokê Xanesor ê Şengalê hate vedan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Şengalê ve li ber kon hate dayin.
Çalakiya Konê Mertalên Zindî ku li bajarokê Xanesor ê Şengalê hate vedan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Şengalê ve li ber kon hate dayin.
Di daxuyaniya Meclîsa Damezrîner a Şengalê de hat ragihandin, bûyerên dawî yên li Xanesorê di encama serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê rû dan û wiha hat gotin, "Barzanî fermana Erdogan pêk anî û çeteyên xwe yên ku navê 'Pêşmergeyên Rojava' li wan kirine di êrîşê de bi kar anî. Ev koma çete ji koçberên Kurd ên ji Sûriyê hatine herêmê ku ji aliyê PDKʹê ve têne bikaranîn, her wiha ji endamên îstîxbarata Tirkiyeyê û endamên DAIŞ'ê ku niha ew kirine pêşmerge pêk hatiye. Komên çete yên navborî ji aliyê fermandarên Tirk ve hatin perwerdekirin. Komên behsa mijdarê di îdaya xwe ya ku şerê DAIŞʹê dikin û sivîlan diparêzin de nerast in. Ji ber ku ku berê xwe dan bajarokê Xanesorê yê Şengalê ku beriya 2 salan ji aliyê YBŞ/YJŞʹê hatiye rizgarkirin û niha ji aliyê asayîşa Êzdîxan tê parastin."
Meclîsa Damezrîner a Şengalê di berdewama daxuyaniyê hin xal rêz kir û got, ku ji ber wan sedeman êrîşî Şengalê kirine.
Xalên ku ji aliyê meclîsê ve hatine destnîşankirin, bi vî rengî ne:
"1-Piştî ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de planê wan ê tinekirina Êzidiyan bi destwerdana şervanên azadiyê ji gerîla, YPG û YPJ têk çûn, niha dixwazin Êzîdiyên mane jî tine bikin û bi vê yekê hebûna Êzîdiyan li Şengalê bi dawî bikin.
2-Dixwazin sînorê di navbera Şengal û Rojava ku bûye tekane rêya nefesê ji gelê Şengaê re û ji wir madeyên jiyanî, derman û pêdivyên din ên jiyanî peyda dikin, bixin destê xwe.
3-Kaniya Fikrê Azad û ruhê rêveberiyê ku li gel Êzîdiya şîn bûye û Xansorê navendiya wê dike tine bikin û tîrêjên wê li herêmên din ên Şengalê û derveyî wê belav dibe, tine bikin. Bi vê yekê dixwazin ku hemû Êzidî vegerin bin destê Barzanî û ew ê ji lêpirsîna der barê qirkirina ku bi serê Êzîdiyan hat xilas bibe."
Di berdewama daxuyaniyê de jî hin xalên der barê bûyerên dawî de hatin bibîrxistin û wiha hate gotin, "Em ji vir hin xalên girêdayî bûyera dawî ya Xansorê ji raya giştî ya Êzîdî, herêmî û cîhanê re radighînin.
1- Em di van rojan de di qonaxeke hesas de ne. Di vê de pêwîste helwesta hemû kesên têkildarî rewşa Êîdiya ji Emîr Tehsîn Beg û heta bigihêje hemû kesên di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de kar dikin were zelalkirin. Li ser vî esasî em bang li hemû hêzên Êzîdî dikin ku helwesteke dîrokî der barê doza Êzidiyatiyê de bistînin û ji bin fermana PDK derkevin û werin xeta berxwedan û rûmetê û tevlî hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku hêzeke Iraqî ya Êzidiyane ku şerê DAIŞʹê dike bibin. Hîn jî rê li pêşiya wan vekiriye ku berê xwe bidin hêzên me. Ev banga me ji hemû hêzan re ye ji bilî çekdarên ku di 3'ê Adara 2017ʹan de berê çekên xwe dan hêzên me, ev divê hesab ji wan were pirsîn ji ber ku ew şirîkê şehîdxistina 7 hevalên me ne.
Di heman demê de em bang li partî û tevgerên Êzidî dikin ku rewşa heyî û metrsîna li ser herêmê û pêşeroja êzîdiyan heye lêkolîn bikin û bibin şahdên li ser aliyê ku bi sebeba wan gelê me yê êzdî rastî qirkirinê hat û aliyê ku bi sedan şehîd dan ji bo gelê me ji qirkirinê biparêzin.
2 -Em bang li dewletên Koalîsyona Navdewletî dikin, di serî de Elmanya, ku helwesta xwe ya der barê pêşmergeyan de vegerînin. Ji ber ku çekên ku ji bo parastina Êzidiyan radestî wan hate kirin, di kuştina wan û tirsandinê de hate bikar anîn. Divê Elmanya wan çekan ji YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê re ku ew tekane hêzên ku gelê Êzidî diparêzin re pêşkêş bikin. Ew in hêza ku ji bo parastina Êzidiyan bi sedan qurbanî dane.
3- Em bang li hikûmeta Iraqê ku heta niha der barê zêdegaviya Mesûd Barzanî ya der heqê Êzdiyan de bê deng e dikin ku zextê li PDK'ê û Serokê wê Mesûd Barzanî bikin ku hemû hêzên xwe ji Şengalê vekişînin. Ji ber ku piştî 3'ê Tebaxa 2014'an dema hêzên vekişandin û di 3'ê Adara 2017'an de îxanet kirin nema baweriya me bi wan tê.
4- Beriya ku çalakiya me ya sivîl ku bi armanca derneketiya şer li Şengalê pêk hatiye bi dawî bibe, em dixwazin ji raya giştî ya Êzîdiyan, herêmî û cîhanê re destnîşan bikin ku me hemû biryar standin û me hemû çalakiyên pêwîst ji bo rê li pêşiya şer bigirin. Ev ji kêliya ku şervanên me li ber panzerên wan rawestiyan da ku derbasî nava gel nebin ku di 3'ê Adarê de pêk hat, ji çalakiya dayikên Êzdî ya di roja 3'ê Adarê de ku piştî rawestandina şer ku xendeqên wan dadigirtin. Heta meşa aştiyane ku welatiyên Şengalê û bi beşdarbûna birayên wan ên ji Rojava di 14'ê Adarê de pêk û di encamê de xwişka me Nazê Nayîf bi guleyên îxanetê şehîd bû. Di dawiyê de jî me konê çalakiyê ku çend rojan vekirî ma vekir. Em dixwazin ku îro careke din dubare bikin ku wê hewldanên me yên bê dawî ranewestin, lê dema ku aliyê din banga me pêk ne anî û ji xaka me venekişiya wê demê hemû rê li pêiya me vekirîne da ku em wan derbixin. Dema me ew çalakî û rêbaz giritin ne ku em ji şer ditirsin, an jî hêza me têrê nake ku em dijminên dagirker têk bibin, lê belê ji ber ku em naxwazin zêdetir xwîn li ser xakama were rijandin.
4- Çi di rêya daxuyaniyan de be, çi di rêya meşan de be, bi taybetî gelê me yê Rojava ji roja 3'ê Tebaxa 2014'an û heta niha pişgiriya me dike. Di heman demê de em meşa dirêj a Meclîsa me ya li derveyî welat û hewldana wan a pêkanîna daxwaza gelê Êzdî ya Rêveberiya Xweser li Şengalê silav dikin."