Bûldan: Li gel Ocalan hemû welat di tecrîdê de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê tiştekê nade gel, di serî de Îmralî hemû welat di tecrîdê de ye.

Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP’ê dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di qonaxa sêyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê li Bazîdê bû.

Bûldan li vir axivî û bal kişand ser van xisûsan:

“Wê hevdîtinên me yên li herêmê û rojavayê Tirkiyeyê heta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dom bike. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Me ev qonaxa sêyemîn bi dirûşmeka ‘Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ amadekariyê xwe kiriye. Ev welat herî zêde ji şer û mirinê ziyan dîtiye û welatekî bûye mexdûr. Sedemê me yê serekî yê vê meşê ew e ku li dijî şerê ku dibin sedemê krîzên roja îro ye.

Li dijî şer derketin erdemiyeke mezin e. Em li dijî şer derdikevin ji ber ku aştî dixwazin. Erka me ya esasî ew e ku em welatekî ku şer bi dawî bibe, şer ne qewime, mirin lê nebe, dayîk hew bigirîn ava bikin. Aramca esasî ya kesên siyasetê dikin ev e. Dana jiyîn a mirovan,, rêzdayîna nirxên mirovî, parastina nirxên mirovan pêwîstiyên siyasetê ne. Lê yên vî welatî bi rê ve dibin, mafê mirovan binpê dike, şer dixe pêş her tiştî, piştgirî dide şer, rê û rêbazên ku dibin sedemê mirina mirovan tercih dikin. Yên ku bi vê hişmendiyê ev welat bi rê ve dibin heta niha tiştek bi dest nexistiye. Yên berê û niha welat birêve dibin tim para wan a di şer de heye, her kes jî vê dizane. Lê me ji berê û heta niha tim têkoşîna aştî, mafê mirovan û demokratî parastiye.

Heta ku destûreke bingehîn a nû neyê amadekirin wê çareseriya pirsgirêkên welat bi dawî nebin. Eger ku em dixwazin li vî welatî dîrokekî nû binivîsînîn divê em destûreke bingehîn a nû amade bikin.

‘TIŞTEKÎ DESTHILATÊ NÎNE KU BIDE VÎ GELÎ’

Yên ku vî welatî bi rê ve dibin bi milyoan kes birçî dikin û di nava hejariyê de dihêlin in. Îro bi milyonan kes birsî û di nava hejariyê de li ber xwe didin. Ji ber ku yên welat bi rê ve dibin di wateya rastî de derdekî wan ê bi pirsgirêkên gel re mijûl bibin nîne. Tenê derdê wan, fikarên wan, desthilata xwe li ser lingan bihêlin, hevkarên xwe li ser lingan hiştine. Em rû bi rûyê desthilatekî welê ne ku ji pirsgirêkên aborî yên civakî yên welat bigire heta siyasî û civakî ti derdekî wan tine. Em rû bi rû yê desthilata AKP’ê ya ku îro ti çiqilek êdî nemaye xwe pê bikre. Ji bo wê tiştekî hikûmeta AKP’ê nîne ku bide gel.

Mîna berî 10 salan jî îro heman mizgîniya ‘me gaz’ dît dide.

DI ŞEXSÊ ÎMRALÎ DE WELAT TECRÎDKIRIYE

Hûn welat bi dizî, nelirêtî, krîz, tecrîd û qeyûman birêve dibin û hê jî di vê yekê de bi israr in. Hişmendiya qeyûman we belavî hemû Tirkiyeyê kir, hişmendiya tecrîdê belavî hemû welat kir. Îro ne tenê Girtîgeha Îmralî di nava tecrîdê de ye. Em rû bi rûyê tecrîdekê welê ne ku ji Îmralî destpê kir niha li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Ev tecrîd kir ku Tirkiye veguhere girtîgeheke nîv vekirî. Ji ber ku êdî tu kes xwe li Tirkiyeyê di nava ewlehiyê de hîs nake. Li siberoj û dahat xwe bi ewle nameyzîne. Li cihekî ku krîza aborî hebe, li cihekî ku berjewendiyên siyasî û hesab hebe, li cihekî bi qeyûm û tecrîdê tê birêvebirin, mirov bi ewle nikare li siberoja xwe binêre.

Ji bo wê di serî de Girtîgeha Îmralî divê hemû tecrîd tavilê bi dawî bibin û ji bo dorhêleke ku hemû mirovahî bi azad û ewle xwe hîs bike bê avakirin, em neçarin têbikoşin. Em têkoşîn têkoşîna me ye. Bi têkoşînê teqez aştî, demokrasî, azadî, biratî, edalet û hiqûq dikare bê vî welatî.

PIRSA KURD

Yên ku wer bawer dikin ku pirsa Kurd bi raporekê bê çareserkirin, divê hinek rastiyan êdî bibînin. Ev rastî çi ne? Piştguhkirina li polîstîkayên zextê, asîmlasyon, înkarê ya li ser gelê Kurd, tu kes nikare behsa çareseriya pirsa Kurd bike. Dema ku nirx, mafê hilbijartin û vebijartinê ji destên bê girtin, li şûna şaredarên ku hatine hilbijartin bi qeyûman ji destan bê girtin, eger ku parlementerên ku hatin hilbijartin bên girtin, eger wekîltiya siyasetmedarên gelekê ji destê bigirin, ji siyasetê men bikin, hûn vê bawer dikin ku ev yek wê bi raporekê bê çareserkirin? Di serî de Demîrtaş, Yuksekdag û bi dehan hevşaredar, parlementer, hevalên me yên jin dîl hatine girtin û di demekî wiha de bê ku van rastiyan bibîne, bê ku li dijî qeyûman derkevin, bi gotina; ‘Ez dixwazim pirsa Kurd çareser bikim, raporekê amade dikim’ neçarî vê rastiyê bîbînî.

‘XELKÊ BAZÎDÊ XIYANETKARAN EFÛ NAKE’

Bêmafî li gelê Bazîdê kirin. Hevşaredarê ku hate hilbijartin li gorî we maf kirî neke nava nêzîkatiyên baş. Gelê Bazîdê ev nêzîkatî heq nekiribû. Bazîd di warê dîrokî de ji bo me xwdî cihekî taybet e. Bazîd cihê yekem e ku hevşaredareke jin lê bi serketiye. Yek ji cihê herî baş xebatên jinê, têkoşîna jinê rast lê hate kirin Bazîd e. Eger ku di siyasetê de nirxan nedî afirandin ti wateya siyasetê nîne. Em gelek in ku hemû hêza xwe ji nirxên xwe digirin û partiyekin ku xwedî çadeke ya siyasetê ne. Xwedîderketina li wan nirxan, parastina wan nirxan û zêdekirina wan, tişta herî bi qedir û qîmet a vê rêya ku têkoşînê lê dikine. Gelê me di dema hilbijartinê de baweriya xwe da hevşaredar, vîna xwe teslîm kir. Lê mixabin nirxê we dayî hevşaredar xwedî lê derneket, li ber hewa berda. Em partî van helwestan qebûl nakin û eftû nakin.

Têkiliya wî hevşaredarî li gel me qût bûye. Ti têkiliyeke wî li gel me nemaye.”