‘Boykotkirina malên Tirkiye wezîfeyeke niştimanî ye’

Kerkûkiyên ku boykotkirina malên Tirkiyê didomînin, diyar kirin ku ew boykotê weke bersivekî li dijî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Kurdan dibinin û gotin: “Bi pereyên em bi berhemên Tirkî dikirin, Kurdan qetil dikin.”

Bi zêdebûna êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdan, li hemû beşên Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li bajarê Kerkûkê ji bo boykotkirina malên Tirkiyê pêngavek hate destpêkirin. Wê pêngavê weke bersiv dayînekî li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd ên seranserî Kurdistanê dibînin.

‘KENGÊ PARTÎ Û ALIYAN DESTÊ XWE JI TIRKIYE KIŞAND WÊ DEMÊ EM Ê BIKARIN GAVÊN MEZINTIR BAVÊJIN’

Welatiyekê Kerkûkê yê bi navê Ebdulah Xeyat derbarê dagirkeriya Tirkiyê ya li ser gelê Kurd û rêbazên guşar xistina ser aboriya Tirkyê got: “Eger em dîroka dagirkeriya Tirkiyê ya li ser herêma me bigirin dest, em ê bibînin ku di sala 1575’an de bi hemû awayî welatê me dagir kirine. Niha jî Tirkye hewl dide careke din rolê dewleta Osmanî vegerîne herêmê; beriya niha ji hêla leşkerî û bi çekê ve gelê me dagir kirbû lê niha bi rêya malên xwe li bazaran û fîlmên xwe li ekranê televîzyonên me gelê me dagir kiriye. Em hemwelatî dikarin heta astekî kirîna malên Tirkiyê kontrol bikin lê hin rêze fîlmên Tirkî hene ku çanda me dagir kiriye û ragirtina wan fîlmane jî ne bi destê welatiyan e, di destê partiyan û televîzyonên wan de ye. Kengê wan partiyane destê xwe ji destê Tirkiyê bikêşin wê wextî em ê welatî jî dikarin ji bo li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rawestin gavên zêdetir bavêjin.”

‘JI BO DERBEK XURT LI ABORIYA TIRKIYEYÊ BÊXISTIN DIVÊ PETROLA JI BO TIRKIYE TÊ ŞANDIN BÊ RAWESTANDIN’

Derbarê aboriya Tirkiyê ku pişta xwe daye herêma Kurdistanê Xeyat ev got: “Beriya ku peymana petrolê ya bi Tirkiyê re bê îmzekirin, ji sedî 60’ê aboriya Tirkiyê li ser şandina malên xwe ji bo Başûrê Kurdistanê çêdibû. Ji ber wê pêwîste ji bo boykotkirina malên Tirkî û derbkirina aboriya wê destpêkê petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re neyê şandin.”

‘MALÊN TIRKIYE JI BO JEHRKIRINA ME NE, DIVÊ WISA LÊ BINÊRIN’

Her wiha welatiyekî din ê Kerkûkê Elî Tecelî jî têkildarî boykotkirina malên Tirkî axivî û got: “Ev der Kurdistan e û em jî zarokê wê xak û welatî ne, daxwaz ji hemû pêkhate û çînên civaka xwe dixwazin ku malên dewleta Tirkiyeya zalim boykot bikin. Ji ber ku tiştên ku ji Tirkiyê ji bo me tên, ji bo jehrîkirina gelê me ye û divê em bi çavê jehrê temaşeyê wan malên Tirkî bikin. Ji ber ku bi pereyên kirîna wan malane dewleta Tirk fîşek û çekan dikire û li dijî gelê Kurd bikar tîne.”

‘BI PEREYÊN ME ÊRÎŞ DIKIN’

Tecelî bi domdarî got: “Tirkiye bi pereyên wan kel û pelaneyên ku em jê dikirîn beşên Kurdistanê dagir dike. Ji ber ku eger Rojavayê Kurdistanê bi giştî bê dagirkirin wê çaxê Tirkiye wê bera êrîşên xwe bide ser beşên din ên Kurdistanê, ber bi bajarê Silêmanî û Kerkûkê jî. Ji ber wê ye ku em daxwaz ji hemû çîn û pêkhateyên bajarê Kerkûkê dikim ku hemû malên Tirkiye ya zalim boykot bikin.”

‘BOYKOTKIRIN WEZÎFEYEKE NIŞTIMANÎ Û KURDPERWERÎ YE’

Welatiyekî din ê Kerkûkê Ferîdûn Elî jî derbarê heman mijarê de ji got: “Pêngava boykotkirinê erkekî niştîmanî û Kurdperweriyê ye. Ji bo ku bikarin êrîşên Tirkiyê ya li dijî gelê Kurd ji holê rakin, weke gelê Başûrê Kurdistanê helwesta herî kêm ku em bikarin nîşan bidin, boykotkirina malên Tirkî ye.”

‘BI PETROL Û PEREYÊN ME ÇEKAN DIKIRIN Û LI DIJÎ KURDAN BIKAR TÎNIN’

Herî dawî welatiyê bi navê Remezan Muhemed jî li ser boykotkirina malê Tirkiye axivî û ev got:“Bi rastî jî gunehe ku pere û petrola Kurdistanê ji Tirkiyê re biçe û bi wê çekan bikire da ku li dijî gelê Kurd bikar bîne.”

Remezan herî dawî ev got: “Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê, bira û xwişkên me di wê demsala sar de li kampan dijîn. Ez weke hemwelatiyekî bajarê Kerkûkê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan, boykotkirina malen Tirkî kir. Heyfe ku bi pereyên didim malên Tirkan, piştre jî bi wan perayan li dijî Kurdan êrîş dikin.”