Botan: Li hemberî dagirkeriyê divê komîteya dîplomasiyê were avakirin-ZINDÎ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo diyarkirina helwesta neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li Brukselê civînek li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku divê li hemberî dagirkeriyê komîteyek were avakirin.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji her çar parçeyên Kurdistanê ronakbîr, nûnerên partî, sazî, rêxistinan ji bo diyarkirina helwesta neteweyî li Bruksela Belçîkayê civiyan. Civîn hê didome. Piştî nîqaşên di civînê de wê helwesteke neteweyî were diyarkirin.

Ev civîn wê heta êvarî bidome û di beşa sibehê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk beşdaran fikr û nêrînên xwe diyar kirin û qala têkoşîna neteweyî ya li hemberî dagirkeriyê hate kirin.

Parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan di civînê de axivî û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bi hevkariya hemû partiyan were kirin.

‘DIVÊ MEKANÎZMAYÊN NETEWEYÎ WERIN AVAKIRIN’

Botan got: “Heke mekanîzmayên ku hatine avakirin rast werin xebitandin wê rûmeta gelê Kurd zêde bibe û wê çanda Kurd bêtir were naskirin. Komîteya dîplomasiyê ya ku ew ê were avakirin PKK û PDK jî di nav de divê têkiliyê bi hemû hêzan re deyne.”

Civîna ku rêveberê KNK’ê Zubeyîr Aydar di dîwana wê de ye, ji bo nîvroyê navber da. Tê payîn ku di beşa dawîn a civînê de pêşniyazên beşdaran were nîqaşkirin.