Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya şerê 10 rojan ê pêngava rizgarkirina bajarê Tebqa û Bandavê ragîhand.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di şeva 21ʹê Adarê de dest bi pêngava Bajarê Tebqa û Bendava wê kirin. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê têkildarî bîlançoya şerê 10 rojan bi daxuyaniyekê bi raya giştî re par ve kir û encamê şer eşkere kir.
Daxwiyanî wiha ye: ʺ Yekem car çalakiyên bi vî rengî ji bo rizgarkirian Bajarê Tebqa di 21ʹê Adara 2017ʹan de hatin destpêkirin. Pêngava ku di şeva 21ʹê Adareê de di encama daketina ezmanî de ku hêzên me bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk anîn bi armanca rizgarkirina Bajarê Tebqa û bendava wê pêk hat.
Di encama pêngavê de xalên li jêr pêk hatin:
1-Herêmeke bi firehiya 146 km2 hate rizgarkirin, di vê herêmê de 13 gund û 10 gundik hatin rizgarkirin, her wiha hemû riyên diçin bajarê Tebqa hatin giritin. Hemû navendên parastina çeteyan ên di vê herêmê de hatin ruxandin.
79 ÇETE HATIN KUŞTIN
2- 79 çete hatin kuştin, ji van 2 serçete bûn.
3- 29 termên çeteyan ketin destê şervanên me
4- Di şerê vê herêmê de 5 çete bi saxî hatin girtin.
Di encama hemleyê de ev alavên li jêr hatin ruxandin:
5 tirmpêlên leşkerî,
2- Du doçka
Alav, çek û cebilxaneyên ketin dest
Sê tirmpêlên leşkerî
2-80 mayînên Ant-teror
150 topên hawanê
4- 74 guleyên topavêjê
Tirmpêlek bombebarkirî
100 mayînên çeteyan hatin bêbandorkirin
4 ŞEHÎD
Her wiha miqdarek mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî jî hatin destserkirin.
Di vê hemleya dîrokî ku hêzên me pêk anîn 4 hevalên me yên di nav QSDʹê de piştî berxwedanake mezin a li dijî komên çete şer kirin û şehîd bûn, 4 hevalên me jî birîndar bûne.
Em Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê careke din soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo pêkanîna armanca xwe û gelê xwe bighînin ewlekariyê, her wiha bidestxistina serkeftinê soza xwe dubare dikin.ʺ