Bîlançoya çalakiyên li Bazîd, Colemêrg û Şirnexê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bazîd, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bazîd, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Bîlançoya çalakiyên li Bazîd, Colemêrg û Şirnexê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bazîd, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
LI HERÊMA BARZANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 3’ê Cotmehê saet di 19.00’an de li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Girê Koordîneyê ya herêma Barzan a di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.
LI BAZÎDÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 30’ê Îlonê de hêzên me li dijî yekîneya dijmin a ku obus û hawan diavêt qada Şehîd Navdar a li Bazîdê ya bi ser Agiriyê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
LI ŞIRNEXÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de di 28’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li qada Deriyê Zerbil ê Kato Jîrka ya Elkê li yekîneyeke dijmin daye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.
2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Piştî çalakiyê hêzên dagirker li qadê operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera gerîlayên me û hêzên dagirker şer çêbûye. Di vî şerî de leşkerekî dijmin hatiye kuştin û 2 rêhevalên me piştî têkoşîneke qehremanî gihiştine şehadetê.
Operasyon di 29’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin.
Di 2’ê Cotmehê de saet di 19.00’an de li qada Deşta Xiyê ya qada Sasonê ya Êlihê gerîlayên me rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Piştî şer hêzên dagirker ji helîkopteran xwe bera qadên Têlik, Çemê Reşo, Çemê Niklê û Deşta Xiyê daye û li qadê operasyonek daye destpêkirin.
Operasyon hê jî didome.
Yekîneya me ya ku ketiye şer, bi silametî vegeriyaya baregehên xwe.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Di 3’ê Cotmehê de saet di navbera 19.45 û 20.10’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Gundê Gûzê ya Amêdiyê ya Duhokê bomberdûman kirine.
NASNAMEYA GERÎLAYÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE
Di daxuyaniya me ya di 3’ê Cotmehê de me diyar kiribû ku di 29’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Kanî Botkê ya Botanê operasyonek dabû destpêkirin û ji ber şer û bomberdûmanê 3 rêhevalên me gihiştibûn şehadetê.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Arjîn Garzan |
|
Nasnav: Kûrtay Serhat |
|
|
Nasnav: Şahan Ronî |