‘Bi têkoşînê em ê tecrîdê bişkînin’

Gerîlayên têkoşîna azadiya Kurdistanê li hemberî tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman. Gerîlayan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin.

Gerîlayên têkoşîna azadiya Kurdistanê li hemberî tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman. Gerîlayan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker bişkînin.

Gerîlla Mûnzûr Gever diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd. Gever got ku, “Li ser Rêber Apo, tecrîdeke girankirî heye. Dijmin vê rastiyê baş dizane. Rêbertî ji bo Rojhilata Navîn, alternatîfeke herî xurt e. Ji bo wê jî dixwaze ji her alî de tecrîdê girantir bikin. Li hemberî vê tecrîdê him di aliyê gel de him jî di aliyê gerîla de çalakiyên mezin tên kirin.”

Mûnzûr her wiha di berdewamiya axaftinên xwe de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê kir û wiha got: “Hedefên dijmin ew e ku pêvajoya berxwedanê tune bike. Gelên Kurd jî milîtanên Rêber APO jî rastiya dijmin baş dizanin. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî hemû parçeyên Kurdistanê dike. Lê Kurd, ne Kurdê berê ne. Îro berxwedan her ku diçe mezintir dibe. Têkoşîna me dide xuyakirin ku kes nikare li ser Rêbertiya me, çawa bixwaze wisa tevbigere. Tecrîd li ser hemû mirovatiyêye. Li hemberî vêya pêwîst e kes bêdeng nemîne.”

Gerîlla Mûnzûr di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê sala 2019’an bikin sala serkeftinê.

TÊKOŞÎNA ME DAGIRKERAN DITIRSÎNE

Gerîlayê bi navê Şahîn jî li hemberî dagirkeriyê nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Em di pêvayoyeke pir awarte derbas dibin. Dagirkeriyê mil daye hevdu, êrîşî Kurdan dikin. Ji bo ku tevgera me tune bikin di şexsê Rêber Apo de dixwazin tevgera me têk bibin. Têkoşîna li hemberî vêya jî ji bo dagirkeriyê tirsek mezin dide avakirin. Bi vê tecrîdê dixwazin destkeftiyên Kurdistanê bixin destê xwe û pêşiya vîna gelên Kurdistanê bigirin.”

EM XWEDÎ LI NIRXÊN KOMARA MEHABAD DERDIKEVIN

Gerîlla Şahîn di berdewamiya axaftinen xwe de got ku ew ê li hemberî dagirkeriyê heta dawî şer bikin û xwedî li nirxên Komara Mahabad derbikevin. Gerîlla Şahin got ku “ Heta dawî ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê pêwîst e her kesê/a ku dibêje; ‘Ez xwedî li netewebûna Kurdistanê derdikevim’ xwe erkdar bibîne û têkoşîna xwe bilind bike. Pêwîst e em xwedî li nirxên Komara Mahabadê derbikevin. Her mirovekî/e Kurd di vê mijarê de divê xwe berpirsiyar bibîne.”

JI BO PÛÇKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ CIWAN TÊVLÎ REFAN BIBIN

Gerîla Şahîn her wiha di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo ku tecrîd were pûçkirin, erkê herî mezin dikeve ser milê ciwanan û got ku “Ev merhele merheleyeke exlaqî û wijdanî ye. Pêwîst e gelê Kurd jî vêya wek erkeke wijdanî û exlaqî bibîne. Xwedîderketina li grevên birçîbûnê erkeke dîrokî ye. Pêwîst e em li bendê nesekinin ku şehadet çêbibin. Ji bo ku em tecrîdê pûç bikin, em bi ser bikevin û tevahî êrîşan pûç bikin, pêwîst e ciwan tevlî bibin. Em gerîlayên azadiya Kurdistanê di vê merheleyê de erkên ku dikeve ser milên me, em ê pêk bînin û em ê xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”