Bi şervanên azadiyê yên Tebqayê re rojek…
Di Pêngava Xezeba Firatê de ku bi mebesta Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin dest pê kirî ji qonaxên girîng derbas dibe.
Di Pêngava Xezeba Firatê de ku bi mebesta Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin dest pê kirî ji qonaxên girîng derbas dibe.
Şervanên Pêngava Xezaba Firatê ji hêlekê ve xeleka li dor Reqa teng dikin û ji hêla dî ve jî li deverên ku azad kirin dikin ku gel derbasî qada ewle bibin.
Şervan bi kozên ku li dor bajarojê danîn bajêr dorpêç dikin. Tebqa jî hema li ber çavan nêz e. Şervanên azadiyê jî li hêlekê xelekê teng dikin, kozên xwe asê dikin û li hêla dî jî li cihên ku azad kirin bi gel re têkiliyên xweş datînin. Gel jî dema ku ji çeteyên DAIŞ’ê têne xilaskirin, bi taybet jî dema ku zarok şervanên azadiyê dibînin kelecanî dibin, bi destê xwe nîşana serkeftinê dikin.
Li Tebqayê li nêzî navenda çapemeniyê ya ku bi mebesta şerê li dijî DAIŞ’ê were şopandin me danîbû, me tevgerek ferq kir. Çûnûhatin ji hêla şervanan ve dihat, em jî çûne cem an û me got, ‘’Em jî bi we re werin?’’ Piştî ku bi nazikî gotin, ‘bila’ em li wesayitan siwar bûn. Bi wesayiteke doçka, wesayiteke zirxî û du wesayitên bi markaya Toyota em ketin rêya çola rast. Konvoya me ber bi şervanên azadiyê yê Tebqayê ve diçû. Xweşikbûna armancê coşî û kelecanî zêde dikir. Di rê de em ji gundên azadkirî derbas dibûn. Di rê de gundiyên ku ji dûr ve çav li wesayitên me diketin bi destên xwe nîşana serkeftinê dikirin.
Di vê navê de di nav şervanan wesayitê de tevgerek çêbû. Hema wê kêliyê çîkolata, dendik û kekên bi xwe re derxistin dane wan zarokên ku nîşana serkeftinê dikirin.
Em bi kozên şervanan ve diçin. Şervanan jî bi nîşana serkeftinê konvaya me slav kirin. Di vê navê de dinya bû ewr. Dema ku em ber bi balafirgehê ve diçûn ewrên li ezmên tarî dibûn û birûsk vedidan. Lê dema ku sibehê em bi rê ketin dinya sayî bû. Piştî baranê 20 deqeyan lêkir, rê bûne herî û cihê ku wesayita me tê re diçû şemîtonkî bû.
Piştî ku reşik kete erdê rêwitiya me bi dawî bû. Em neçar man ku dîsa li cihê xwe vegerin. Em tevahiya rojê bi şervanên Ereb re man ku bi rêya şervanên Kurd ên ku bi Erebî dizanîn me hev fêhm dikir. Şervanên Ereb bi dilgermî oxira me hilandin û em dîsa li navenda çapemeniyê vegeriyan.