Bi berxwedana gel Newroz gihîşt bi milyonan kesî

Mirovên ku di salên 1990'î de li Wanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, diyar kirin ku li gel zext û tundiyê jî gel paşve gav neavêt û bi berxwedana gel pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya bi milyonan kesî hatin lidarxistin.

Cejna Newrozê ku di salên 1990'î de di nava şert û mercên Rewşa Awarte de her tim dihate pîrozkirin, di vê demê de jî bi beşdariya bi milyonan kesî tê pîrozkirin. Yek ji bajarên ku Newroz lê bi girseyî tê pîrozkirin, Wan e. Xelkê Wanê ji pîrozbahiyên Newrozê ti carî tawîz neda. Di sala 1991'ê de Newroz li hemû kolanên bajêr hate pîrozkirin. Newroza ku sala 1991'ê bi pêşengiya gel hate pîrozkirin, di sala 1992'an de bû çalakiyeke diyarker.

Piştî ku li Cizîr û Nisêbînê di pîrozbahiyên Newrozê de bi dehan kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, rêbaza pîrozbahiyên li Wanê jî guherî. Bi hezaran kes serê sibeha 21'ê Adarê daketin qadan, bi hêrs û ruhê berxwedanê li avahiya HEP'ê ya bajêr li hev kom bûn û diyar kirin ku wê li kolanan pîrozbahiyê bikin. Piştî ku girseya gel li nava kolanan kom bû, polîs û leşkeran dest bi êrîşê kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên nefermî 700 kes hatin destgîrkirin, 300 kes hatin girtin. Li dû bûyerên li Newroza 1992'an xelkê Wanê êdî timî li qadan civiya û her sal bi beşdariya bi sed hezaran kesî Newroz pîroz kir.

KOLANÊN WANÊ BÛN QADA NEWROZÊ

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Wanê ji sala 1993'an heta 2008'an bêbûyer derbas bûn Di 22'ê Adara 2008'an de piştî ku Walîtiya Wanê destûr ji pîrozbahiyên Newrozê re neda, bi deh hezaran kes li navenda bajêr li hev kom bûn û hemû kolanên bajêr veguherandin qada pîrozbahiyê, agir dadan. Hêzên dewletê ku nekarîn xwe li pîrozbahiya Newrozê rabigirin êrîş birin ser gel. Di vê êrîşê de polîsan bi ço li dehan jinan xistin ku bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûbûn. Vê êşkenceya li jinan, bajar rakir ser piyan. Piştî ku bûyer hate bihîstin hema bibêje li her tax û kolanên bajêr agir hate dadan.

Girseya gel piştre li ber avahiya DTP'ê li hev kom bû, lê belê êrîşa li dijî gel li vir jî dewam kir. di encamê de Zekî Erînç jiyana xwe ji dest da, 130 kes birîndar bûn. Ji birîndaran Ramazan Dag piştî hefteyekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Çalakiyên şermezarkirinê yên di 22 û 23'ê Adarê de dewam kirin, di 24'ê Adarê de bi merasîma cenazeyê Zekî Erînç gihîşt asta herî bilind. Cenazeyê Erînç bi merasîmeke bi beşdariya 50 hezar kesî hate veşartin. Piştî merasîmê bi deh hezaran kes ber bi navenda bajêr ve meşiyan, lê belê polîsan êrîş birin ser meşê û gelek kes birîndar bûn.

GEL PAŞVE GAV NEAVÊT

Ji beşdarên pîrozbahiyên Newrozê yên salên 1990'î Ahmet Bûlût (62) diyar kir ku ew bi kelecan li benda Newrozê ne. Bûlût diyar kir ku li gel zext û qedexeyan jî weke ciwanên wê demê wan bi ruhê berxwedanê Newroz pêşwazî dikirin, li nava kolan, gund û li ser giran bi komên biçûk pîroz dikin û got, "Di salên 1990'î de yekemcar li hundir hate pîrozkirin. Di sala 1991'ê de jî destûr ji pîrozbahiyên Newrozê re nehate dayin, gel tevî zext û tundiyê jî pîroz kir. Di sala 1992'an de bi hezaran kesî got ku wê li navenda bajêr Newrozê pîroz bikin. Hêzên dewletê êrîş birin ser gel. Gule li mirovan reşandin. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Bi sedan kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Xarpêtê. Li gel zext û tundiyê jî gel paşve gav neavêt, dewlet neçar ma paşve gavê biavêje. Bi berxwedana gel pîrozbahiyên Newrozê êdî bi serbestî têne lidarxistin."

NEWROZ BI DIRÛŞMA 'HEBÛNÊ' DIHATE PÎROZKIRIN

Remzî Çîftçî (50) diyar kir ku di salên 1990'î de dema ku Newroz dihate pîrozkirin mirov dihatin qetilkirin, li gel kuştinê jî gel cejna Newrozê bi dirûşma 'hebûnê' pîroz dikir. Çîftçî anî ziman ku di 21'ê Adarê de her kes bi kincên neteweyî li qadên Newrozê kom dibûn û got, "Mirovên ku diçûn qadên Newrozê ji bo pîrozkirina cejna xwe diçûn, lê belê ew mirovên ku ji mala xwe derdikevin bi rîska ku careke din nikaribin li malê vegerin diçûn. Di sala 1992'an de li Cizîrê bi komkujiyê re li Wanê hêrseke mezin rû da. Tevî ku qedexe bû di sala 1992'an de xelkê Wanê li kolanan Newroz pîroz kir. Di van pîrozbahiyan de mirov hatin qetilkirin. Li gel komkujiyan jî Newroz niha bi beşdariya bi milyonan kesî bi coş tê pîrozkirin."