Bi awaza gerîlayê dengbêj Kawa destana Cenga Heftanînê

Di dîrokê de gelek şer û berxwedanên Kurdan bi rêya dengbêjan li bîra Kurdan hatiye qeydkirin û heta bi îro ev bîr hatiye. L Heftanînê îro gerîla hem şerê dij dagirker dike û hem jî bi rêz û rêçika dengbêjiyê hunera berxwedanê jî dike.

Heftanîn destaneke nû ya berxwedanê dinivîsîne. Di nava vê berxwedanê de gerîlayên azadiyê şerekî bi dagirkeran re di zik hev de dikin. Her gaveke Heftanînê bi destanên lehengiyê re serdemeke nû ji bo herkesî da destpêkirin. Gerîla Kawa; bi bawerî, îrade, çek û hûnera xwe dibêje; ‘’Bilindahiya çiyayan wê bibe warên evîndaran, wek Mem û Zîn em ê carinan bibin destan carinan bibin awazekî li dilan.’’

BI HER GAVEKE HEFTANÎNÊ RE JIYANEKE NÛ ZINDÎ DIBE

Bi rastî gerîlayên azadiyê bi wateya herî ras Mem û Zînên hemdem in. Bi evîneke bêhempa girêdayî xaka Kurdistanê ne û kêlî bi kêlî li pey xeyalên azadiyê şerekî dîrokî didin. Li zinarên herî bilind ya Xantur, Partîzan hildikişin, di şînahiya asîmanan de awazên cengaweran digihîjin her bihosteke Kurdistanê. Carinna di lutkeyên herî bilind de, carinan di çavê rêhevalên xwe de, carinan meşekî dirêj de lê piranî jî dema ku li hember dagirkeriyê têdikoşin xwe azad hîs dikin. Dizanin ku gihîştina azadiyê ne hêsan e, lê gavên herî bihêz li serê çiyayên Kurdistanê diavêjin.

‘KURD HETA KU SAX BIN JI VÊ RÊYÊ VENAGERE’

Çiya hembêza xwe tenê ji bo evîndarên xwe vedike. Lewra ji dil de dijîn, bi sirûşta xwe re dibin yek ji ber vê xweza herî zêde gerîlayên azadiyê diparêze. Li zinarekî bilind dibe sipargeh, di newalekê de wek dayîk rênîşan dide. Di lutkeyan de paşeroja gelê Kurd zindî dike. Gelo guhên ku vî dengî nebihîzin hene? Cîgerxwîn bû digot; ‘Xakî Kurdistan bi qurban, pir ciwan û paqijî, Xwîn rijandin pir kurê te wa li her alî rijî, Miletê kurd ta ko sax e ew ji vê rê nagerî.’ Ji ber vê xaka Heftanînê dagirkeriyê qabul nake. Her zindiyek li ser axên xwe şîn dibe. Dara jiyanê li ser axa Kurdistanê şîn bûye û rehên xwe ango hêviyên azadiyê gihandiye her derî. Di her kevirekî de jiyan ava dibe. Li her kaniyê hêviyên azad ber bi siberojên azad ve diherike. Ax giyan e, ax dîrok e ji ber vê parazvanên xwe re jî dibe peresgeh, dibe ruh, dibe awaz, kêliyên şoreşê dide jiyîn. Her yek ji wan wek teyrêbaz di kendalên herî bilind dibin tirsa dilê dagirkeran.

‘BERXWEDAN XWEGÎHANDINA HEBÛNÊ YE’

Di rêwîtiyên dîrokî de kêliyên berxwedanê ti carî nayên jibîrkirin. Dibe ku berdêl giran be lê dîrok ti carî van deman ji bîr neke. Wekî ku berxwedêrekî Cenga Heftanînê Kawa jî dibêje; ‘Cenga giran e, cenga Kurdan e, gerîlayên HPG’ê lêdixin, agirê bi dijmin bidin’. Ya girîng di vê demê de erkên xwe bicîh anîne. Tenê henas girtin nabe jiyan. Ji ber vê Rêber Apo dibêje; ‘Ger jiyanek hebe divê azad be’ lewra jiyaneke di nava pencên qirkeran de nabe jiyan. Ev di rastî de dibe mirin.

Hêviya hemû gerîlayan her gavên xwe de avakirina jiyanê ye. Lewra ew bihûst bihûst destan dinivîsînin. Her roj di nava şerekî herî dijwar de bi baweriya serkeftinê şer dikin. Ev şerekî hebûn û nebûnê ye. Zivistan, cemed, baran ango çi astengiya nasnake. Tenê ji têkoşîna xwe ya azadiyê bawer dikin.