'Bêyî ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin, divê çareyek bê peydakirin'

Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amed Feyziye Kolakan got, bêyî ku cenazeyê girtiyên nexweş ji girtîgehan bêne derxistin divê çareseriyek bê peydakirin.

Feyziye Kolakan ku du kurên wê girtî ye got, "Zarokên me ji bo maf û hiqûqê girtî ne. Tiştekî nebaş nekirine. Divê em ji bo wan tiştekî bikin."

Li Baroya Amedê, Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dewam dike. Malbat ji bo berdana xizmên xwe yên bi nexweşiyên giran têdikoşin. Nobeda Edaletê di roja 53'an de ye. Rojane nûnerên gelek saziyên li Amedê serdana çalakgeran dikin. Tevî vê yekê jî saziyên dewletê hînê gavek neavêtine.

Yek ji çalakgerên Nobeda Edaletê Feyziye Kolakan e.

Kolakan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kurekî wê li Bandirmayê, yê din jî li Sêwerekê girtî ye.

Kolakan got, "Ji destpêkirina şewbê ve nikarim biçim dîtina kurê xwe. Hevsera wî diçû, lê belê ji ber ku carekê bi 5 deqeyan zêdetir hevdîtin kirine, qedexeya hevdîtinê li bûka min danîn. Demên dawî ez diçûm hevdîtinê û min dît ku rewşa kurê min ê li Sêwerekê nebaş e. Ev demeke em li Baroyê çalakiyê dikin. Divê hiqûqnas, baro, dewlet çareyekê ji vê rewşa zarokên me re bibînin. Bêyî ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkeve divê tavilê çareyekê ji vê pirsgirêkê re peyda bikin."

ÊŞKENCEYÊ LI WAN DIKIN

Kolakan diyar kir ku hin ji girtiyên nexweş nêzî 30 sal in girtî ne û got, "Ne ronahiyê dibînin ne jî dikarin xwarineke xweş bixwin. Me berê karîbû xwarinê ji wan re bibin lê niha ew jî qedexe kirine. Timî diavêjin ser koxûşan û lêgerînê dikin. Êşkenceyê li wan dikin. Tevî ku hevdîtin qedexe kirine her hefte lêgerînê dikin. Ji xwe di destê dewletê de ne. Çima lêgerînê dikin?"

DIVÊ EM TIŞTEKÎ BIKIN

Kolakan bang li malbatên girtiyan hemûyan kir û got, "Divê dayikên girtiyan tevlî çalakiya me bibin. Bi piştgiriya nobeda me re divê ji bo azadiya zarokên xwe têbikoşin. Ev zarok li girtîgehan riziyan. Êdî divê em ji bo wan tiştekî bikin. Bila hiqûqnas jî bên û piştgiriyê bidin me. Zarokên me hemû ji bo maf û hiqûqê girtî ne. Tiştekî nebaş nekirine. Lewma divê em xwedî li mafên girtiyên xwe derkevin."