'Berxwedan firsendeke ji bo Başûrê Kurdistanê'

Dr. Kamûran Berwarî û Dr. Hîşam Zêbarî yên ji eşîrên Berwarî û Zêbarî yên Heftanînê, li ser sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn û Bradostê axivîn.

Dr. Kamûran Berwarî û Dr. Hîşam Zêbarî yên ji eşîrên Berwarî û Zêbarî yên Heftanînê, li ser sedemên êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanîn û Bradostê axivîn.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê dr. Hîşam Zêbarî diyar kir, ku Tirkiye ya bi rêveberiya Erdogan ji bo êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, PKK'ê weke hincet nîşan dide lê belê armanca xwe ya bingehîn dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Dr. Zêbarî got, "Bi PDK'ê re peyameke aboriyê ya ji 50 salan mohr kir û bi vî rengî hewl dide parekê ji petrola Kurdistanê werbigire. Tirkiye ji aliyê aboriyê ve bi çavê Qibris a duyemîn li Başûr dinere. Nakokiyên navbera partî û komên siyasî yên li herêmê vê zemînê dide dewleta Tirk. Lewma Tirkiye xwedî planeke berfireh e û di nava vê planê de jî hinceta têkildarî gerîlayên PKK'ê hinceteke biçûk e."

LI PÊŞIYA LIHEVKIRINA BAŞÛR Û IRAQÊ DIBE ASTENG

Dr. Zêbarî ragihand ku dewleta Tirk bi êrişên xwe di navbera rêveberiya Başûr û Iraqê de nakokiyan çêdike û got, "Rêveberiya Başûr ketiye rewşeke welê ku nikare mehaneyên pêşmerge û karmendên xwe jî bide. Ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser nebin, Tirkiye timî êriş dike. Di vir de ya ku naxwaze bikeve xefika dewleta Tirk, YNK ye. Ev jî dibe sedem ku di navbera PDK a ku pişta xwe spartiye hikumeta AKP'ê û YNK'ê de nakokî rû bide. Ne tenê YNK'î, hin kesên li nava PDK'ê jî zanin ku armanca Tirkiyeyê ne tenê gerîlayên PKK'ê ye; dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê dagir bike, Kerkûk û Mûsilê dagir bike, xeyalên xwe yên Osmanî yên ji sala 1923'an ve pêk bîne."

CERDEVANIYA BI MODELA NÛ

Dr. Zêbarî li ser helwesta eşîran a li herêmên êrişên dagirkeriyê lê tên kirin jî got, "Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe yên leşkerî û îstîxbaratê ava kiriye, hewl dide sîtemeke cerdevaniyê ya bi modela nû ava bike. Hewl dide vê sîstemê destpêkê li Bradost, Şêladizê, Berwarî û derdora wê pêk bîne. Lê belê gelê me yê li van herêman ji ber ku gelekî welatparêz e, xwe nade ber vê sîstemê û qebûl nake. Rastiyek heye ku hin kesên xwefirotî jî hene, ku bi rêya van hêzan dewleta Tirk hewl dide tevna xwe ya sîxuriyê bixe herêmê. Rastiyeke din jî ew e ku haya gelê Kurd ji nokerên dewleta Tirk heye, ji sîstema cerdevaniyê ya ku dewleta Tirk dixwaze ava bike heye. Vî gelî di dîrokê de gelek tecrûbe wergirtiye. Ji ber vê yekê ne bawer im ku gelê herêmê bikeve xefika wan."

'ARMANCA DEWLETA TIRK HATE FÊHMKIRIN'

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji herêma Bradostê dest pê kirin, lê belê piştre li Xakurkê û herêma Heftanînê hate belavkirin û got, "Êdî her kes zane ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê, ıraqê, Şamê dagir bike, her wiha welatên Efrîkayê, xaka welatên Balkanan dagir bike û xeyalên xwe yên împaratoriya Osmanî bi cih bîne. Ji bo vê jî dixwaze vê stratejiya xwe bi dagirkirina Behdînanê bide destpêkirin. Behdînan ji bo Kurd û Kurdistanê meseleyeke şerefê, rûmetê ye."

'YÊN KU BERJEWENDIYÊN KURDAN JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê yekîtiya Kurd û Kurdistanê weke yekane rêya çareseriyê dibîne û got, "Ji ber vê yekê Tirkiye bi rêya êrişan dixwaze Başûrê Kurdistanê teslîm bigire. Bi êrişa li ser yekîneya artêşa Iraqê re xwest ku fitneyê bixe navgera gerîlayên Kurd û hikumeta navendî ya Iraqê. Li başûr hinekên xwe firotî hene, yên ku berjewendî û yekîtiya Kurdan e xema wan e. Ev hêzên ku qaşo xwe weke rewşenbîr dibînin, bi gotina 'Divê gerîlayên Kurd ji herêmê derkeve' piştgiriyê didin dagirkeran. Bi gotina 'Li Tirkiyeyê meclîs heye, parlamenter hene, siyasetmedar hene, bila biçin siyasetê bikin, berxwedana çekdarî nekin' piştgiriya hikumeta desthilatdariya AKP-MHP a faşîst dagirker dikin. Ev kesên xwefiroş xiyanet gihandine asta herî bilind. Ev kes ne xizmetê ji Başûr û hikumeta Başûr re dikin, ne jî xizmetê ji şehîdên Kurdistanê re dikin. Gelê Kurd wan baş nas dike."

'DIVÊ IRAQ FIRSENDÊ BI KAR BÎNE'

Dr. Berwarî destnîşan kir ku hikumeta navendî ya Iraqê divê li dijî êrişan helwesteke xurt nîşan bide, ji firsenda ku bi dest xistiye, dikare hêzên Tirkiyeyeê ji herêmê derxîne û got, "Yekmecar firsend bi dest xist ku Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê jî di nav de hemû hêzên leşkerî, siyasî û îstîxbaratî yên li Iraqê û Başûr derxîne. Bi vê yekê re divê karibe pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qut bike. Deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re dikare bigire, Başûr û Iraq dikare berê xwe bidin welatên Kendavê, têkiliyên bazirganiyê û aboriyê bi Efrîka, welatên Ewropa û Urdunê re bikin."

'GERÎLA KURDISTANÊ DIPARÊZIN'

Dr. Berwarî diyar kir, dewleta Tirk a dagirker baş zane ku li ku dibe bila bibe tenê gerîla dikare li ber êrişên wan rabe, dikare li ber xwe bide û got, "Ev yek li Şengalê, li Mexmûrê, li Hewlêr, Duhok, Kerkûkê dît. Dewleta Tirk 36 sal in li hemberî gerîla ji aliyê leşkerî ve têk diçe. Tevî vê yekê bi fikir û felsefeya Ocalan, li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya mezin, li pêşberî Konfederalîzma Demokratîk, li pêşberî sîstema KCK'ê têk diçe."

'TÊKÇÛNA WAN A LI HEFTANÎNÊ FIRSENDEKE'

Dr. Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk li qadên ku dixwaze dagir bike niha têk diçe û got, "PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêmê eger bixwazin, dikarin nerazîbûna raya giştî ya Kurd a li dijî dewleta Tirk weke firsendekê bi kar bînin û baregehên leşkerî û îstîxbaratî yên Tirkiyeyê bi temamî ji xaka Başûrê Kurdistanê derxînin. Şaşitî û kêmasiya herî mezin a partî û hikumeta Başûrê Kurdistanê ew e ku çarenûsa xwe bi dewleteke wiha ve girêdane. PDK bi têkiliya bi partî û hêzên Başûr, bi têkiliya bi PJAK û PKK'ê re dikare ji vê şaşitî û kêmasiyê vegere. Tişta ku ji bo yekîtiya Kurd û Kurdistanê divê bike ew e ku bi hemû partî û hêzên Kurdan re yekîtiya siyasî, aborî, dîplomasî û leşkerî ava bike. Eger lihevkirineke siyasî û leşkerî bê kirin, hingî dikarin bibin xwedî artêşeke xurt a ji pêşmerge û gerîlayan."